Polîsên Tirk li Nisêbînê ciwanek din jî qetil kirin

Di roja 12'emîn a qedexeya li ser Nisêbînê de welatiyê bi navê Sedat Gungor ji aliyên polîsên Tirk ve hate qetilkirin.

Di roja 12'emîn a qedexeya li ser Nisêbînê de welatiyê bi navê Sedat Gungor ji aliyên polîsên Tirk ve hate qetilkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 12'emîn de berdewam dike. Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi hemû hovîtiya xwe didomin. Li Taxa Yenîşehîrê welatiyê bi navê Sedat Gungor (22) dema ji mala xwe ya li Kolana Lîseyê derket ber derî ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ku li ser kolana Çag Çag dimînin ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Gungor bi giranî birîndar bû.

Gungor ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, li gel hemû hewldanan nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.