Polîsên Tirk li Geverê ciwanek qetil kirin

Tîmên tevgera taybet ên Tirk duh bi şev li Geverê ciwanê bi navê Alî Kaval qetil kirin.

Tîmên taybet ên Tirk duh bi şe êrîşî taxên Esentepe û Esenyûrt ên navçeya Colemêrg Geverê kirin. Tîmên taybet ên hejmareke zêde bombeyên gazê avêtin taxan, gule li derdorê reşandin û bendên gel ên xweparastinê, bi bombeyan teqandin. Gelek xanî rastî guleyên polîsan hatin û avahiya xizmetê ya gund a navçeyê şewitî.

Tîmên taybet ên gule li taxan reşandin, ji şêniyên taxê ciwanê bi navê Alî Kaval qetil kirin. Polîsan ji panzerê 2 gule berdan lingê wî û guleyek jî berdan serê Kaval. Alî Kaval ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.

Cenazeyê Alî Kaval ji bo otopsiyê rakirin Colemêrgê.