Polîsan li Kadikoy êrîşî bîranîna qirkirinê kirin

Meşa HDP-HDK a li Kadikoy a bi armanca bîranîna rewşenbîrên Ermenî yên di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de hatin qetilkirin rastî êrîşa polîsan hat.

Meşa HDP-HDK  a li Kadikoy a bi armanca bîranîna rewşenbîrên Ermenî yên di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de hatin qetilkirin rastî êrîşa polîsan hat. Di meşa ku dayik û bavê Sevag Balikçi yê 21’ê Nîsana 2011’an dema leşker bû hat qetilkirin, amade bûn 7 kes ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Niştecihên Kadikoy ên bertek nîşanî terora polîsan dan, li şaneşînên xaniyên xwe dirûşma, “Qatil Polîs” qîr kirin. Endamên HDP-HDK’ê ji bo 7 kesên hatine binçavkirin bên berdan li ber Qereqola Rihtim sekna xwe didomînin.

COP, DERP, KELEPÇE

Meşa Rêxistina HDP-HDK a Kadikoy ya bi munasebeta 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan rastî êrîşa polîsan hat. Di meşê de dayik û bavê Sevag Balikçi yê hat qetilkirin, Hîkmet Agirnasli bavê Sûphî Nejat Agirnasli yê bi nasnav Paramaz Kizilbaş, namzetên HDP’ê Mûsa Pîroglu, Çagdaş Kuçukbattal jî ku tevlî bîranînê bûn, 7 kes hatin derbkirin û binçavkirin.

Polîsan bend kişand pêşiya girseya kom bû û nehişt bimeşe. HDP-HDK’yiyan li hember vê nêzîkatiya keyfî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî hevdîtinan ku polîsan bend rakirin, dema li Parka Mehmet Ayvalitaş girseyê pankarta, “Ev êş a me hemûyan e. Em di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de rû bi rû tên” vekirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Endamên HDP-HDK’ê bi fermana amîrê bi navê Mûrat ê ji Şaxa Têkoşîna li hember Terorê, endamên HDP-HDK’ê rastî êrîşa polîsan a bi copan hatin, ji paşve hatin kelepçekirin, Tuna Yenîgunî, Ahmet Ayva, Sermet Kiliç, Alî Duzgun, Îlkay Emre, Muhammet, Hasan Karadîrek ji aliyê polîsên sîvîl ve hatin binçavkirin. Polîsan namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglu yê astengdar derb kirin.

LI HEMBER TERORA POLÎSAN BERTEKA NIŞTECIHÊN KADIKOY

Niştecihên Kadikoy ên xwe li hember terora polîsan ranegirtin, ji pencereyên xaniyên xwe di gotina, “Qatil polîs” nerazîbûn nîşan dan. Polîsên li ser vê nerazîbûnê vekişiyan bi îşaretên desten heqaret li niştecihên taxê kirin. Namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglu yê piştî êrîşa polîsan mafê axaftinê wergirt got ku ev êrîş nîşan dide ku ev hilbijartin çiqasî girîng in.

Pîroglu yê got, “Ji ber ditirsin êrîş dikin” wiha dewam kir, “Tevî teror, polîs û leşkerên wî em ê rê nedin Tayyîp. Tuyê nebî serok. Em ê Taksîma ku te ji me stend, 7’ê Hezîranê bi serê te de hilweşînin.” Girse piştî axaftinê bi biryar û dirûşmên, “Dewleta Qatil wê hesab bide”, “Qirkirin, bi pakêta ewlekariya hundir didome”, “Hêza we têra me nake em ê qezenç bikin” meşiya. Girseyê li Qada Dêra Surp Takavor daxuyanî da.

Di bîranînê de jiyannameya rewşenbîrên Ermenî yên hatin qetilkirin hat vegotin. Dayika Sevag Balikçi yê hat qetilkirin mafê axaftinê wergirt. Dayik Anî Balikçi ji bo kurê xwe yê 24’ê Nîsana 2011’an dema leşkerî dikir hat qetilkirin got ku kurê wê qurbanê dawî yê qirkirinê ye û wiha axivî: “Ew jî hunermendek bû, lê mixabin îro ne di nav me de ye. Dibe ku Sevag mînaka herî dawî ya nîjadperestiyê ye. Bila ji niha û pê ve nebe. Şerê min ji bo wî ye.”

Piştî daxuyaniyê endam û rêveberên HDK-HDP’ê ji bo 7 kesên hatine binçavkirin bên berdan derbasî ber Qereqola Polîsan a Rihtim bûn. Sekna girseyê didome.

...