Polîsan li Amedê êrîş bire ser kesên ku ji bo Ocalan di nobedê de bûn

Li Amedê polîsan êrîş bire ser kesên ku bi daxwaza tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di ‘Çalakiya Nobedê’ de bûn.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin ev 2 roj bûn li Amedê "Nobeda azadiyê" dihat girtin, polîsan êrîşî welatiyên ku li Parka Koşûyolû yê di nobedê de bûn kir. Piştî li qadê sînevîzyona bi dengê Ocalan dihat guhdar kirin û piştî guhdarkirin bi dawî bû, polîsan ketin parkê û dest danî ser cîhazên deng û pankartan.

Li ser vê yekê girseya li dijî hewldana polîsan derket û polîsan êrîşî girseyê kir. Girseyê jî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û Kolana Sunayê ji trafîkê re girtin.