Polîsan êrîşî zincîra aştiyê kirin

Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê polîsan êrîş bi ser zîncîra aştiyê ya Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî dixwest pêk bîne. Di êrîşê de di nav de ku rojnamevan jî hebûn 12 kes hatin binçavkirin.

Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê polîsan êrîş bi ser zîncîra aştiyê ya Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî dixwest pêk bîne. Di êrîşê de di nav de ku rojnamevan jî hebûn 12 kes hatin binçavkirin. Nûçegihanê AFP’ê jî ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.

Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî ku dixwest bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Qada Tunelê heta Qada Galatasaray zincîra aştiyê pêk bîne ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî astengkirinê endamên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî zincîra aştiyê ava kirin û daxwazên aştiyê anîn ziman. Koma hat Qada Galatasaray dema xwest daxuyaniyê bide rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û guleyên plastîk hat. Polîsên li hember girseyê û rojnamevanan şîdet bi kar anî, di nav wan de ku nûçegihana Yekîtiya Têkoşînê Serpîl Unal jî hebû gelek kes binçav kirin.

...