Platforma NA ya li Fransayê xebatên xwe zêde kir

Koordînasyona Platforma NA ya Fransayê li Parîsê li hev civiya û plansaziya xwe ya dema pêş diyar kir.

Hevberdevkên Platformê dan xuyakirin, ku ew ê karê xwe bi sê beşan bimeşînin û got, "Vê gavê karê me yê sereke wê kontrolkirina qeyda hilbijêran be ku ev ê heta 26'ê Sibatê saet 17:00 dewam bike." Koordînasyonê da zanîn, ku komîteya çapemenî û weşanê ya platformê wê bi vê armancê bang li hilbijêran bike.

Di qonaxa duyemîn de jî wê koordînasyon, hewl bide eniya 'NA' berfireh bike. Di vê çarçoveyê de wê li hemû herêman meclîsên jinan û hemû pêkhateyên wan biçin serdana malan û hilbijêran îqna bikin.

Koordînasyonê ragihand, wê li gelek bajarên Fransayê panel û civînên gel jî bên lidarxistin.

Di qonaxa sêyemîn de jî wê hilbijêran li gelemperiya Fransayê bibin ser sindoqan.

Koordînasyonê her wiha ji bo meş û mîtînga 'NA' ya 4'ê Adarê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Gar de l'Est bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.