Platforma Ewlekariya Hilbijartinê hate avakirin

Li hemberî îxtîmala dek û dolabên desthilatdariya AKP û MHP’ê Platforma Ewlekariya Hilbijartina Ji Bo Hilbijartineke Bi Edalet hate avakirin.

Platforma Ewlekariya Hilbijartina Ji Bo Hilbijartineke Bi Edalet li Dika Yilmaz Guney a Enqereyê hate avakirin. Nûnerên KESK, TTB, DÎSK, SODEV, ÎHD, DÎB, DGB, Platforma Heq û Edaletê, Koma Diyalogê ya Mislimanên Antîkapîtalîst jî di nav de gelek kes tevlî civînê bûn.

Sekretere Malî ya Giştî ya KESK’ê Gonul Kûral Şîmşek diyar kir ku demeke dirêj e li ser hilbijartinên welat mudaxele hene û bal kişand ser vî tiştî ku hêza desthilatdariya AKP û MHP’ê kêm dibe û ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin dixwazin di qanûna hilbijartin û partiyên siyasî de guhertinan bikin.

Di daxuyaniya platformê de qala van tevdîran hate kirin:

“*Divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyan, rêxistinên girseyên demokratîk, saziyên sivîl ên civakî bi lez bû bez dest bi xebatên pêvajoya hilbijartinê bikin.

*Divê aliyên qels û serkeftî yên xebatên berê werin nirxandin.

*Divê her qonaxa pêvajoya hilbijartinê bi baldarî plansaziya wê were kirin.

*Divê ji bo şopandina biryarên Saziya Bilind a Hilbijartinê û Desteyên Hilbijartinê yên bajar û navçeyan heyet werin avakirin. Di rewşên pêwist de divê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”