Piştî 116 rojan cenazeyê gerîla Mûsalo teslîmî malbata wî kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya Mûsalo yê ku li qada Anîtosê ya Geverê di meha Tebaxê de di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû, piştî 116 rojan dan malbata wî.

Gerîlayê HPG'ê Kaya Mûsalo (Kawa Ewrim) ku di 8'ê Tebaxê de li devera Anîtos a herêma Kato Marînûsê ya Colemêrgê di şer de şehîd bûbû.

Piştî 116 rojan cenazeyê wî radestî malbata wî hat kirin. Malbatê 3 meh berê ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû. Piştî encama DNA'yê diyar bû, malbatê cenazeyê Mûsalo ji "goristana bêkesan" wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. 

Cenazeyê Mûsalo li Goristana Karşiyaka ya Wanê hat veşartin.