Pirtûka Ocalan li Îngilîstanê hat nasandin

Bergê destpêkê yê rêze pirtûkên Manîfestoya Civaka Demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendên Îngilîstanê hat nasandin. Eleqeyeke mezin ji bo danasînê hebû.

Yek ji van civînên danasînê ji aliyê Însiyatîfa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" ve li Zanîngeha LSE hat kirin.

Ji Zanîngeha Cambrîdge Prof. Thomas Jeffrey Mîley û antropolog Prof. Davîd Graber weke qiseker beşdarî civîna danasînê bûn. Her du qisekeran dan xuyakirin, ku Ocalan li Rojhilata Navîn pêşengê aştiyê ye û diyar kirin, Projeya Konfederalîzma Demokratîk jî ji bo cîhana nû pêwîstiyek e.

Pirtûk li Zanîngehên Cambrîdge û Oxfordê, li bajarên Leeds û Brîghtonê jî hat nasandin.

...