Pîr Mûstafa Deprem: Bihîstina qîrîna Êzidiyan, erka însanetiyê ye

Pîr Mûstafa Yagmûr got, "Erka însanetiyê ye ku her kesên alîgirê maf û hiqûqê, alîgirên aştiyê bi vê qîrîna gelê me (Êzidî) re bin."

Yek ji endamên koma bi rengekî dorveger ji bo destekê tevlî greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bûye Pîr Mûstafa Yagmûr e. Yagmûr got, "Erka însanetiyê ye ku her kesên alîgirê maf û hiqûqê, alîgirên aştiyê bi vê qîrîna gelê me (Êzidî) re bin."

Endamê Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk Pîr Mûstafa Deprem bibîr xist, ku qedera Elewî û Êzidiyan yek e û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. Pîr Deprem got, "Bihîstina qîrîna Êzidiyan erka însanetiyê ye."

Pîr Mûstafa Deprem di vê çarçoveyê de ji bo destekê bide çalakiya watedar a Êzidiyan bi rengekÎ dorveger cihê xwe di nava greva birçîbûnê de digire û ev desteka xwe bi vî rengî vegot: "Ji 23'ê Tebaxê û vir ve li Strasboûrgê, yek ji civakên qedîm ên Mezopotamyayê civaka me ya Êzidî hewl dide qîrîna xwe bide bihîstin. Ev grev ji bo vê yek. Ji bo bûyerên ji sala 2014'an û vir ve li Şengalê bi serê wan ve hatin şermezar bikin û êşên hê dikişînin vebêjin, Êzidiyên li dîasporayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Em weke Elewiyên ku qedera me û erdnîgariya me yek e, dixwazin destekê bidin vê qîrîna wan. Lewma weke FEDA'yê em bi heyetekê li vê derê ne, di nava hevalên xwe de ne. Weke baweriyek xwedî heman çarenûsê, em bi êşên wan dizanin. Ji bo ev êş biqedin, divê heqîqet, yanî aştî û edalet pêk were. Ji bo vê jî çi ji destê me tê em hewl didin bikin. Li ku derê têkoşîneke ji bo maf û edaletê hebe, em jî parêzvanên wê ne. Weke Elewî em xwe gelekî nêzî Êzidiyan dibînin. Ne tenê Êzidî, kî dibe bila bibe... Weke FEDA em bi rengekî dorveger cihê xwe di nava greva birçîbûnê de digirin û hewl didin destekê bidin.

Em hêvîdar in ev qîrîn wê ji aliyê hemû zaliman ve bê bihîstin û demek ji ya din zûtir edalet û aştî bê xaka me, bê Anatolî û Kurdistanê. Pêwîstiya hemû zindiyên zext li wan tê kirin bi destekê heye. Lewma erka însanetiyê ye ku her kesên alîgirê maf û hiqûqê, alîgirên aştiyê bi vê qîrîna gelê me (Êzidî) re bin."