‘Pêwîst e KE û AGÎT bi heyetekê biçin serdana Ocalan’

Parlamenterê SP ê Swîsreyê Manûel Tornare xwest ku Swîsre rolek pêşeng bilîze, di bin sêwanê Konseya Ewropayê û AGÎT’ê de heyetek navneteweyî ava bike û biçe serdana Ocalan.

Tornare pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan, destnîşan kir ku garantiya ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên mabeyna dewleta Tirk û PKK’ê Ocalan e.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê Swîsreyê Manûel Tornare pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir, xwest ku hikûmeta Swîsreyê , di bin sêwanê Konseya Ewropayê û AGÎT’ê de heyetek navneteweyî ava bike û biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê hatiye tecrîdkirin.

‘OCALAN EW LÎDER E KU DIKARE ŞER BI DAWÎ BIKE’

Tornare di destpêka pêşnûmeyê de ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir, bal kişand ku ji sala 1999’an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di bin şertên zehmet de ne. Tornare wiha dewam kir;

“Birêz Ocalan ê 17 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, ji bo gelê Kurd lîderekî girîng e. Ocalan ew lîder e ku dikare şerê mabeyna PKK’ê û dewleta Tirk bi dawî bike. Di şer de ku zêdetirî 30 sal in dewam dike, 45 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan Kurd in.

Êdî di vê merheleyê de her du aliyan jî fêm kirin ku wê şer û rêbazên leşkerî çareseriyekê neîne.

‘OCALAN RÊYA AŞTIYÊ HEM LI BER DEWLETÊ HEM JÎ LI BER PKK’Ê XIST’

Tornare di pêşnûmeyê de peyama aştiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya 2013’an de daye jî bi bîr xist, destnîşan kir ku deklerasyona Ocalan a wê rojê bi rêka heyeta HDP’ê kiribû xwedî girîngiyek dîrokî ye. Tomare di pêşnûmeyê de ev gotin;

Birêz Ocalan sala 2013’an bi rêka heyeta HDP’ê got ‘beriya jiyana mirovekî din winda bibe’ û peyamên girîng dan, rêya aştiyê hem li ber hikûmeta Enqereyê hem jî li ber PKK’ê xist. Lîderê Kurd Ocalan wê rojê ji bo aştiyek piştî şerê ku demdirêj e dewam dike, rêyek girîng vekiribû.”

‘TEVÎ HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN OCALAN JÎ ERDOGAN JI NÛ VE DEST BI ŞER KIR’

Tornare di pêşnûmeyê de ev xal nivîsîn: “Tevî hemû hewldanên Ocalan jî, Serokkomarê demê Erdogan, sala 2015’an dawî li agirbesta yekalî ya ku PKK’ê îlan kiribû, anî. Piştî hevdîtinên aştiyê ji hêla Serokkomar Erdogan hate bidawîkirin, Birêz Ocalan ê ji bo aştiyê têkoşînek mezin da jî ji Nîsana 2015’an ve di bin tecrîdê de hate girtin. Birêz Ocalan ji wê rojê ve ne parêzer ne malbat ne jî rayedarên HDP’ê dibîne.”

‘PÊWÎST E SWÎSRE HEYETEK DI BIN SÊWANA AGÎT Û KE DE BIŞÎNE ÎMRALIYÊ’

Di beşa encama pêşnûmeyê de ev xal hatin gotin; “Dema yên min li jor anîn zimên li ber çavan bên girtin, Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyek li Tirkiyeyê lîderekî gelekî girîng e. Ji hêla mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqa navneteweyî ve hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Enqereyê û PKK’ê girîng e. Lewre jî  pêwîst e Konseya Federal a Swîsreyê rolek pêşeng bilîze, di bin sêwanê Konseya Ewropayê û AGÎT’ê de heyetek navneteweyî ava bike û biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mifteya aştiyê ye. Ev hevdîtin wê ji bo ji nû ve avakirina diyaloga mabeyna hikûmeta Enqereyê û PKK’ê hêsaniyan bi xwe re bîne.”