Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Îsmaîl Kahraman pêşnûmepirsa têkîldarî rewşa Ocalan yekser îade kir.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, der heqê jiyana û şertên azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikar zêde bibûn. Hewldanek a fikaran hê mezintir dike jî vê carê ji hê Serokatiya Meclîsê pêk hat.
Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman, pêşnûmepirsa Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê û di heman demê ji parêzerên kevn ên Ocalan Mîzgîn Irgat a ku têkîldarî Îmrali û Ocalan dabû îade kir. Serokê Meclîsê pêşnûmeya Irgat a 22’yê Tîrmehê dabû bi kar nanî û pêşnûme îade kir.
Di pêşnûmeyê de ji bo van pirsan bersiv hatibûn xwestin:
*Hikûmeta we herî dawî kengî pêwendî bi Girav Îmraliyê re daniye?
*Birêz Ocalan ê li Girava Îmraliyê, herî dawî kengî di kontrola tenduristiyê re derbas bûye? Eger pêk hatiye, rewşa tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan çawa ye û hûn ji bo kengî difikirin ku der heqê tenduristiya wî de civakê agahdar bikin?
*Dema bûyerên êvara 15’ê Tîrmehê, ti tevgerek leşkerî ya ber bi Girava Îmraliyê hatiye dîtin? Eger tevgerek leşkerî çêbibe, di çi astê de ye?
*Girava Îmraliyê hê di bin kontrola Wezareta Edaletê de ye?_
*Girtiyên din ên li Îmraliyê hê li wir in? Eger ne li wir bin, sewqî kû derê hatine kirin û niha çend girtî li Girava Îmraliyê hene?
*Pêkanîna OHAL’ê ya ji tevahî welêt re ji bo 3 mehan hatiye ragihandin, wê li ser sepanînên Girava Îmraliyê jî bandor bike? Eger wê bandor bike, hûn difikirin ku çi sepanîn û guhertinan bikin?
Mîzgîn Irgat li hember rewşê nerazîbûn nîşan da, îadekirina pêşnûmeyê diyar kir ku dewlet li dijî Îmraliyê sîstemekê pêk tîne û got; “Bi kîjan hincetê ve hevdîtin pêk nayê, bi heman hincetê pêşnûme jî hatiye îadekirin.”