PE biryara ‘rojnamevanên girtî berdin’ da

PE xwest ku dewleta Tirk rojnamevan û nivîskarên girtî berde.

Parlamentoya Ewropayê (PE), di pêşnûmeya biryarê ya hevpar de ku îro qebûl kir, got; “Divê otorîteyên Enqereyê rojnamevanên ku girtine berde û ji bo 150 sazî û dezgehên medyayê ku hatine girtin, derfetên xebitînê bafirîne.”

Di biryarê de hewldana darbeyê hat şermezarkirin, wiha hat gotin; “Pêwîst e Enqere di demek kurt de tevdîrên ewlehîkar ên demkî ku li dijî vê darbeyê xistine meriyetê bikşînin asta asayî û van li dijî çapemeniya mûxalîf wek amûrekî zextê û bêdengkirinê bi kar nîne û pêşniyarên Komîsyona Venedîkê mînak bigire.”

LI DIJÎ ÊŞKENCEYÊ NERAZÎBÛN

Di biryarê de hat bibîrxistin ku zêdetirî 100 rojnamevan û nivîskar hatine girtin, hat diyarkirin ku li ser malbatên van jî zext hatine kirin. Di biryarê de hat destnîşankirin ku ji Ozgur Gundemê Bîlîr Kaya û Înan Kizilkaya li cihê ku tên ragirtin hatine êşkencekirin, hat gotin ku ev nayên qebûlkirin.

PE, ji AKP’ê xwest ku bigihêje wê têgihiştinê azadiya çapemeniyê û îfadeyê rêgeza esasî ya demokrasiyê ye.

Hate ragihandin ku wê biryara PE ji dewletên YE re bêne ragihandin.