Paylan: Rastiyan bi zanabûn berovajî dikin

Paylan wiha got: “Îro, di çapemeniya alîgir de, nûçeyên mîna ku ‘Ez bûme sedema şer’ û ‘min provake kiriye’, dinivîsin û ji ber vê wekîlên HDP’yî rastî şideta fîzîkî hatine. Bi van nûçeyan rastiyan bi zanabûn berovajî dikin.”

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê bi eslê xwe Ermen, di dema hevdîtinên rakirina destlênedanê li meclisê dihatin dîtin, bi hevalên xwe yên di civînê de ji hêla AKP'iyan ve hatibûn derbkirin. Paylan der barê êrîşên AKP'iyan de nirxandin kir û da zanîn ku nasname û kesayetiya wî hedef hatiye girtin û ev tişt got: "Faşîst tirsonek in, lê dema hejmara wan zêde be êrîş dikin."

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê bi eslê xwe Ermenî, der barê hevdîtinên li Komîsyona Destûra Bingehîn a ku ji hêla AKP'ê ve ji bo destlênedana wekîlên HDP'ê bê rakirin amade kiriye, CHP û MHP jî piştgiriyê didê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da. Paylan di daxuyaniya nivîskî de êrîşa li komîsyonê wekî êrîşeke plankirî nirxand û eşkere kir ku êrîş ji berê ve hatiye plankirin.

GOTIN 'WERIN GARO LI VIR E'

Paylan da xuyakirin ku piştî êrîşên AKP'iyan, rasterast ew hedef girtine û bangên wekî 'Werin Garo li vir e!' hatin kirin û yekser li dijî nasname û kesayetiya wî ya Ermenî ji hêla AKP'ê ve êrîş pêk hatiye û ev tişt ragihand: "Bi taybetî ji aliyê wekîlên AKP'ê ve li dijî min gotinên qirêj hatin bikaranîn. Ez êrîşên li dijî nasnameya xwe lanet dikim. Divê neyê jibîrkirin ku faşîst tirsonek in, lê dema hejmara wan zêde be bi nemerdî êrîş dikin."