Parlamenterên HDP’ê: Dewlet bi zanebûn mudaxeleyî şewatan nake

Têkildarî şewatên li navçeya Licê yên Amedê parlamenterên Amedê yên HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Têkildarî şewatên li navçeya Licê yên Amedê parlamenterên Amedê yên HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenteran di civînê de diyar kirin ku şewata saetên sibehê li Geliyê Fîsê destpê kiriye di saetên pêş de li gundên Duru, Serîn, Arikli, Guçlu, Kayacik, Ziyaret, Gomeç û Çagdaş belav bûye û wiha hat gotin, "Ekîbên îtfaiyeyê yên girêdayî rêveberiyên xwecihî û welatiyên dixwazin mudaxeleyî şewatê bikin ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin, Midûriyeta Kargeriyê û Midûriyeta Daristanan a Herêmê tevî hemû bangên me jî rewş paşguh kiriye.

'MAL Û CANÊ GEL HEDEF HAT GIRTIN'

Parlamenterên herêmê diyar kirin ku armanca leşkerên wan asteng dikin, qestî mal û canên gel dikin.

Parlamenterên HDP’ê polîtîkayên tinekirinê yên hilweşandin, talan û înkarê yên li hember zindiyan û xwezayê şermezar kirin, banga bidawîkirina êrîşan kirin.

Parlamenteran ji bo tespîta îhmal û qisûrên van şewatan bên tespîtkirin xwestin li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê bê avakirin.