Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din ên li Îmraliyê, parêzaran careke din serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din ên li Îmraliyê, parêzaran careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan hate kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faît Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.