Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, ku nêzî du sal in agahiyê ji wan nagirin, serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Zêdeyî 19 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikin, lê belê serlêdan bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.

Herî dawî cezayê dîsîplînê 13'ê Nîsanê hatibû birîn û ev ceza 18'ê Cotmehê qediya bû. Lê belê piştre bi rengekî otomatîk ceza her şeş mehan carekê hate dirêjkirin.