Parêzera Îtalyayî hat dersînorkirin

Parêzera Femînîst a Îtalyayî Spînellî, ku ji bo konferansa hiqûqê hat Tirkiyeye, hat dersînorkirin.

Parêzera Femînîst a Îtalyayî Barbara Spînellî, ji bo tevlî konferansa hiqûqê ya navneteweyî ya bi sernavê "Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de li Tirkiyeyê sîstema dadgeriyê" bibe hat Stenbolê. Lê belê ji Spînellî re hat gotin, ku hatina wê qedexe ye û ji balafirgehê hat vegerandin.

Parêzer Spînellî da xuyakirin, ku li balafirgehê jê re gotine "Ji bo ewlekariya Tirkiyeyê divê em we vegerînin Îtalyayê" û got, "Min jî ji wan re got, ez naçim bi ti cihî ve. Ez dixwazim bizanibim bê çima hatime qedexekirin. Eger hûn min vegerînin, hûn neçar in belgeyekê bidin min. Min xistin odeyekê. Xwestin telefona min û ajanda min ji min bistînin. Min neda wan. Xwestin bi zorê ji min bistînin, min jî ji wan re got 'ez parêzer im, bi qanûnan dizanim'. Min li ber xwe da û neda wan. Batarya telefona min girtin. Heta li odeyeek ku bi telekamerayê dihat qeydkirin, hatim hiştin. Roja din jî saet di 13'an de ez vegerand Îtalyayê."

Çapemeniya Îtalyayê cihekî berfireh da dersînorkirina nehiqûqî ya parêzera Îtalyayî.