Parêzer Ûysal: Em ji tendirustiya Ocalan bi fikar in

Parêzer Newroz Ûysal diyar kir ku ew ji tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û got “Wê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bandorê li ser helwesta dewleta Tirk bike.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji çavdêrîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê Mijdar-2'yê Kanûnê de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê civiya.

Yek ji parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di bernameya taybet a ANHA’yê de nirxand.

Newroz Uysal bal kişand ser fikarên der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda girankirî hatiye asteke wiha ku birêz Ocalan li wir e yan na? Birêz Ocalan dijî yan na? Encex em di rewşên awarte de dikarin agahiyekê ji birêz Ocalan wergirin.”

Têkildarî biryarên Konseya Ewropayê Newroz Uysal got: “Nakokiya herî mezin ew e ku 7 salan çima ev biryar li ber Komîteyê nebû rojev, Komîte bi zanebûn çima ev biryar sekinand?”

BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ

Di serî de Newroz Uysal, der barê girîngiya civîna 3 rojan a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de wiha axivî: “Konseya Ewropayê sazî û dezgehên xwe hene. Yek ji wan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ye ku li ser serlêdanên kesan li hemberî dewletan biryaran dide. Serlêdanên parêzerên birêz Ocalan ên DMME’yê bûbûn yek biryar. Di nav wan biryaran de xalek habû ku li Tirkiyeyê de cezayê muebeta girankirî heye, kesên ku li hemberî dewletê sûcdar bên dîtin, heta mirinê wê di girtigehê de bimînin. Ev zagona dewleta Tirk li gorî peymana DMME’yê wekî sedema binpêkirina mafan hat dîtin.  Li ser wê jî biryara binpêkirinê têkildarî dewleta Tirk dane. Armanca avabûna vê komîteyê ev e ku li ser biryarên dadgehê hewcedarî li dewletê dibe yan nabe, li ser wê biryarê çi pêşveçûn, hewldan li qewimîne, hewcedariyên wê biryarê pêk hatine yan na, van tiştan bişopîne. Biryara birêz Ocalan jî piştî 2014’an çû pêşiya vê komîteyê. Ji bilî birêz Ocalan 3 kesên din jî, DMME’yê biryar da ku îro li Tirkiyeyê bi hezaran kes bi cezayên muebbeta girankirî re rû bi rû ne. Divê ev demildest ji holê were rakirin. Di dawiyê de Komîteya Wezîran piştî 7 salan di civîna xwe ya yekemîn de ev biryar kir mijara nîqaşê ku cara yekem nîqaş li ser kirin. Ji bo wê girîngiya vê civînê heye.

Ji ber di mevzûata Tirkiyeyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî tune ye, ev doz têkildarî pêşîlêgirtina miameleya xerab e, divê vê tespîta binpêkirinê hêviyekê nede serlêderan ku wê berdan pêk were û divê rayedarên neteweyî li gorî standartên ji aliyê dadgehê ve hatine diyarkirin, mekanîzmayeke lêkolînê ava bikin.

MAFÊ HÊVIYÊ

Wê biryarê em wek mafê hêviyê bi nav dikin. Di asta navneteweyî de divê hêviya kesekî di girtigehê de hebe ku rojekê azad bibe, bikare têkeve nav civakê. Lê belê di muebbeta girankirî de tiştek wiha nîn e ku heya mirine dê di girtigehê de be. Sedema wê çi ye? Birêz Ocalan dema bi komployê hat girtin cezayê îdamê dabûnê. Ev cezayê îdamê demeke dirêj li Konseya Ewropayê hatibû nîqaşkirin ku dewleta Tirk piştî birêz Ocalan ev ceza sekinand. Li gorî Konseya Ewropayê neçar ma ku vî cezayî bi cezayê muebbeta girankirî biguherîne. Wê demê li meclisa Tirkiyeyê hin nîqaş hatibûn kirin ku hin parlamenteran gotibûn “Em qebûl nakin ku Ocalan neyê îdamkirin.” Wê demê kesek li wir gotibû ku “Em îdam nakin lê em ê her roj îdam bikin.” Bingeha vî cezayî ev e ku ji bo birêz Ocalan hatiye û heta mirinê ye. Hêviya azadbûne nade tu kesî. Ev ne tenê ji bo birêz Ocalan hat bikaranîn ku îro ji gelek kesan re ev ceza hatiye birîn. Ji bo hêviya azadbûna birêz Ocalan çênebe dewlet guhertinan di qanûnên xwe de çênake. Ger çêke birêz Ocalan di vê guhertinê de rasterast wê mafekî dest bigire ku dewlet tenê vî tiştî difikire. Dewleta Tirk vê mekanîzmayê wekî heye, qebûl dike. Lê belê Komîteyê got ‘mekanîzma di qanûna dewleta Tirk de tune ye ku ev tiştekî eşkere ye, divê tu di qanûnên xwe de guhertinekê çeke.’

Ev biryar 7 sal e di rojeva me de ye. Gelek caran ji bo guhertina qanûnê HDP û DBP’ê pêşniyar li meclisa Tirkiyeyê kirin. Lê belê ev pêşniyar jî hatin redkirin. Îro dewleta Tirk neçar e ku vê biryarê bi cih bîne û gavekê biavêje.”

MEKANÎZMAYA PÊWIST DIVÊ ÇAWA BE?

Ûysal derbarê mekanîzmaya hewce got kuEv tiştekî hem teknîkî ye hem jî gelekî girîng e. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê de hiqûq ne bi serê xwe ye. Mixabin hiqûq li gorî mafê mirovan û qanûn tevnagere. Taybetî li girtîgehan de gelek zext û zordariyên mezin hene. Kesên di girtigehê de mînak 15 salan carak divê li gorî mekanîzmayê bê berçav kirin. Ew kes cezayê xwe temam kiriye dikare têkeve nav civakê yan na, ew kes ji bo civakê xetereyê yan na, ev kes di girtigehê de demek çawa derbas kir li ser van bi awayekî li gorî mafê mirovan tevbigere. Birêz Ocalan ji bo dewleta Tirkiyeyê yan jî ji bo civaka Kurd û Tirkan ne xetere ye. Berovajî wê birêz Ocalan ji bo civake hêviyek e. Îro birêz Ocalan li ser aşitiya civakê bû ye mînakek yan jî mûxetebekî herî mezin. Dema ev tişt berçav bê, objektif binêrîn divê ew kes azad bê berdan. Lê belê mekanîzmayek hin li dewleta Tirkiyeyê tine ye ku yekemîn em dixwazin guhertin çê bibe ku guhertinek ne li gorî hişmendiya dewleta Tirk a ku îro zagon û mekezagonan çê dike. Divê li gorî peyman û standartên dadgehê an jî Konseya Ewropa ev mekanizma çê bibe ku ne li gorî keyfa hiqûqa Tirkiyeyê çê bibe. Ev Komîte jî li ser vê mekanîzmayê bi awayekî bikaribin nîqaşê li ser ‘gelo ev mekanizma di cih de ye yan ne di cih de ye’ bikin. 

Li ser rewşa tecrîdê, girtina birêz Ocalan li Îmrali em gelek serlêdanan hem li Tirkiyeyê hem jî navdewletî bi taybetî DMME dikin. Komîte li ser rewşa birêz Ocalan a fizîkî û tecrîdê tu nirxandin nekir. Rastî em li bendê bûn. Lê belê dîsa jî li gorî asta hiqûqî divê li ser wê rewşê jî tespit an bang li dewleta Tirk hatiba kirin. Xala 3’mîn ewê ku di peymanê de mafê herî sereke mafê jiyanê ye û piştî wê jî mafê qedexekirina nêzîkatiyek dijî mirovahiyê yan jî eşkence ye. Bi tu şeklî nikarin li ser vê xalê binpêkirin bê kirin. Xaleke wiha diyar e ku em dibejin ev 7 sal çê bû ku xala siyemîn hatiye binpêkirin. Lê ev 7 sal in ev biryar nekirine rojeva xwe. Ev xala siyem hem ji bo mafê mirovan girîng e hem jî ji bo nepêşigirtina wê yekemîn ew rayadar berpirsyar in.

HETA DAWIYA ÎLONA 2022’AN DIVÊ AGAHIYAN PÊŞKÊŞ BIKE

Dibejê ku guhertinê çêke yan jî guhertinek çawa dê çêke, amade bike û heya wê demê ji min re bişîne. Dewleta Tirk dikare mehek din jî bişîne lê belê em dizanin ku dewleta Tirk wekî her dem heya dawiya demê jî wê bisekine. Wê guhertinek çawa çê bike em jî nizanin. Komîte 3 mehan careke civîna xwe li dar dixe. Li gorî wan nêzî 3 civînan dem dane dewleta Tirkiye ku guhertinê çêbike. Lê belê nakokiya herî mezin ev e ku 7 salan çima ev biryar li hemberî Komîteyê nebû rojev, Komîte bizanebûn çima ev biryar sekinand? Ya herî girîng ji bo me ev e. Di van 3 civînên Komîteyê de jî wê ev biryar werin nîqaşkirin. Di van civînan de çi biryar bên dayîn wê bandorek li ser sekin û qanûnên dewleta Tirkiyeyê de bike. Ji bo wê jî em li benda ku heta civîna Adarê de ka wê çi bibe? Heya wê demê em jî wekî parêzerên birêz Ocalan hem li ser wan biryara hem jî li ser sekna Komîteyê serlêdanekî nû û raborekî nû pêşkêş bikin. Ev rewş wekî pêvajoyeke ye ku yekser ji hole ranabe. Ji ber ku dewleta Tirk divê qanûnê biguherîne û qanûn jî li gorî zagonên Tirkiyeyê li Meclisê tê guhertin. Îro di Meclisê de jî AKP û MHP hene ku ji hev xirabtirin ku koalîsyona şer li hemberî Kurdan dimeşîne. Heman demê di asta mafê mirovan de jî ne tenê jib o Kurdan bi her astî de jî dîrokek û kiryarên wan yên qirêj hene. Em li bendê ne ku guhertineke adil li gorî standartan çêbe.

HEKE BIRYAR PÊK NEYÊN

Ûysal diyar kir ku li gorî peymanên wan endamekî Konseya Ewropayê neçarê ku biryara DMME’yê bi cih bîn û got “Ger bi cih neyne Komîte di civînên xwe de wê hinek hişyarî bide, rê nîşan bike, hinek dem bide wan. Di dawiyê de divê ew dewlet wan biryaran bi cih bîne. Heta endamtiya wê dewletê ji holê radibe. Lê belê Komîte li hemberî dewleta Tirk ev prosedur nedaye destpêkirin. Di biryara Osman Kavala de got wê prosedurê bi kar bîne, heta 19’ê Çileyê dem dan. Ev prosedur çi qas bandorî dewletê dike? Ya rastî nake. Tekiliyên Tirkiyeyê û Konseya Ewropayê diyar in. Gelek caran li ser pirsgirêka Kurd, kesên koçber, aborî di asteke siyasî de mixabin bi rê ve diçe. Ev komîte di bingeha xwe de siyasî ye ku ne tenê li gorî hiqûqê biryarê dide. Dewlet pişta hev digirin. Ger di siyasetê de ji hev aciz bin li dijî hev biryaran didin. Mixabin prosedureke cidî nade bikaranîn. Ev sekneke polîtîk a Ewropayê ye.

23 SAL IN MAFÊN RÊZDAR OCALAN LI GORÎ QANÛNAN NEHATIYE BICIHANÎN

Ûysal diyar kir ku li Îmraliyê ev 23 sal in mafê birêz Ocalan tu carî bi awayekî rojane, li gorî qanûnan nehatin bicihanîn û got “Li ser rewşa birêz Ocalan ya ewlehî û tenduristî her tim em bi guman in. Mixabin her ku çû rewşa tecrîdê kûrtir bû. Piştî 2015’an tu agahî ji birêz Ocalan nehat wergirtin. Hatiye asteke wiha ku birêz Ocalan li wir e yan na? Birêz Ocalan dijî yan na? Encex em di rewşên awarte de dikarin agahî ji birêz Ocalan wergirin. Mixabin cezayê disipline jî her 6 mehan carekê dubare dikin. Li ser tecrîda birêz Ocalan her çi qas asta nerazîbûnê zêde be jî ku di nava 23 salan de tiştekî diyar nîşan bûye; xwedîderketin û bertekên li dijî tecrîdê derî vekirine.”