Ozturk: Ev der dilê Kurdistanê ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a KCD’ê Berdan Ozturk di Newroza Amedê de axivî û got “Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe, ev der dilê Kurdan e.”

Bi sed hezaran kes tevlî Newroza Amedê bûn. Li qada Newrozê daxwazên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind dibe. Li qadê bênavber sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe.

Koma Îsyan Ateşî ku di Newroza Amedê de derket ser dikê, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane stranên xwe got.

EM Ê HESAP BIPIRSIN

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, bal kişand ser karesata erdhejê û got, “Em bi erdhejên mezin re rû bi rû man. Gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê em ê hesab bipirsin. Ev hikûmet teqez wê hesab bide. Ez şehîd Kemal Kurkut bi bîr tînim û careke din diyar dikim ku em ê hesabê wî bipirsin. Bi berxwedana gelê xwe em ê hesab ji wan bipirsin. Çûna wan nêzîk e. Rûyên wan ên qirêj derketin holê.

AMED DILÊ KURDAN E

Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe, ev der dilê Kurdan e. Divê ew li hemberî vî gelî cîddî bin.  Ji Nîsana 2015’an û vir ve li dijî rêzdar Abdullah Ocalan ê ku ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn kesayetiyekî girîng e, tecrîd kûr kirin. Dengê rêzdar Ocalan li Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê. Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me wê vê tecrîdê êdî qebûl neke. Du sal in ji birêz Ocalan agahî nayên stendin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê tune dikin. Ji 5’ê Nîsanê heta niha şer xistine meriyetê. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev îktîdar, îktîdareke dermirovî ye. Bi zîhniyeta dagirkeriyê hewl dide statûya Kurdan ji holê rake. Dijminatiya Kurdan dikin.” 

HILBIJARTINEKE DÎROKÎ LI PÊŞIYA ME YE

 Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev tişt anî ziman “Hilbijartinên 14’ê Gulanê gelekî girîng in. Em ê di hilbijartinê de ji vê pergala faşîst û rizî hesab bipirsin. Ew roj êdî derbas bûn. Bila ev jî soza me be, dawiya vê ferasetê hat.” 

Ozturk, da zanîn ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku têkoşîna Hayriyan, Sarayan didomînin wê dev ji têkoşînê bernedin. Hûn nikarin bi van zextan encamekê bi dest bixin. Em li vir careke din hemû girtiyan silav dikin.”