Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek binçavî hene

Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê didome. Li Bûrsa, Riha û Semsûrê gelek kes hatin binçavkirin.

BÛRSA

Li navçeyên Osmangazî, Yildirim û Înegol ên Bûrsayê, danê sibehê di serdegirtinên malanade Kamîle Akalin, Sadullah Toktaş, Nîzam Fedîren, Îdrîs Çelepkolû, Yakûp Erol, Cevdet Erol, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Yildirimê Davût Toktaş, Endamê Komaleya 10 Ekîm Resûl Baykara, Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Osmangazî Mûrat Koçer û jineke ku navê nehat zelalkirin hatin binçavkirin. Hejmara binçaviyan gihişt 16’an, hat diyarkirin ku hinceta binçavkirinê ew e ku salên bihurî xwişk, bira an jî xizmên wan tevlî refên PKK’ê bûne. Yên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, biryar qedexeya dîtina parêzeran hat dayîn.

Her wiha, danê sibehê dayika 3 zarokan Kamîle Akalin li navçeya Înegolê hatibû binçavkirin, tê payîn ku sibehê sewqî dozgeriyê bê kirin.

RIHA

Danê sibehê li Riha û navçeyên wê jî polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û rêveberên HDP-DBP’ê û xwendekarên zanîngehan binçav kirin. Têkîldarî hinceta binçavkirinan ti tişt nehatin gotin, hat ragihandin ku gelek kes birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Malbata Sabrî Tûran ê li Taxa Selçûklû ya navçeya Eyyubiyê bi serdegirtina malan hatibû binçavkirin, ragihand ku lîsteyek 60 kesî di dest polîsan de heye.

Di nav binçaviyan de rêveberê DBP’a Bajêr Alî Kaya, Rêveberê DBP’ê ya navçeya Xelfetiyê Ahmet Korkmaz, Xwendekarê Zanîngeha Harranê Reşît Ozturk hene.

SEMSÛR

Li navend û navçeyên Semsûrê jî di encama serdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin. Bi hinceta parvekirinên li ser tevnên civakî Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Kolikê Abûzer Yar û H.K., H.G., K.K., Ş.Y., hatin binçavkirin û li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr tên ragirtin.