Operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçvkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikumeta AKP’ê îro jî dewam kirin. Di serdegirtinan de HDP’yî jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Çanakkalayê di serdegirtinên polîsan a avahiyên HDP’ê û malên xwendekaran de 14 xwendekar hatin binçavkirin. Li navçeya Xozat a Dersîmê jî hevserokê HDP’ê Sînan Karakoç jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Pêrtagê ji 18 kesên ku hatin binçavkirin 8 kes hatin berdan. Li Edeneyê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

ÇANAKKALE 

Li bajarê Tirkiyeyê Çanakkaleyê jî polîsan danê sibehê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha 18 Adarê û avahiya bajêr a HDP'ê de girtin. 14 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Çanakkaleyê. Di serdegirtina avahiya HDP'ê de jî polîn computer û pirtûkên li avahiyê desteser kirin. 

DERSÎM

Li navçeya Xozatê ya Dersîmê di saetên sibehê de di serdegirtina malan de Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Sînan Karakoç û welatiyên bi navê Onder Aslan, Huseyîn Yeşîl û Oktay Ruzgar hatin binçavkirin. Welatiyê bi navê Velî Bagriyanik ê ku polîsan ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin dema serdegirtinê ne li mal bû. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Her wiha hate diyarkirin ku gundê Bargînî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Dorpêç û lêgerîna li gund didome. 

PÊRTAG 

Ji 18 kesên ku duh li navenda Pêrtagê û gundan hatibûn binçavkirin jî 8 kes piştî îfadeya li qereqolê serbest hatin berdan. 10 welatiyên mayî jî bi îddiayên cûda sewqî dozgeriyê kirin. 

EDENE 

Li navçeyên Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê jî polîsan bi awayek hemwext li gelek taxan bi ser malan de girtin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinan de zarok jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin. Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.