Operasyonên qirkirina siyasî: 28 binçavkirin, 1 girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 28 kes hatin binçavkirin û kesek hat girtin.

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Colemêrg, Erzîrom, Riha, Stenbol û Erdexanê, di operasyonan de 28 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

COLEMÊRG

Polîsan li taxên Baglar, Kiran û Bulak ên Colemêrgê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de endama Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER) Mizgîn Tetîk, rêveberên HDP'ê yên Colemêrgê Omer Kaya û Melet Yalçin hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. 

ERZÎROM

Tîmên taybet li taxa Qêrebxwarê ya navçeya Tatosê ya Ezîromê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Aydin Durdenîz hat binçavkirin. Durdenîz birin Midûriyeta Polîsan a Tatosê.

RIHA

Li Riha û Wêranşarê jî di encama serdegirtina malan de Serhat Polatsoy û Serhat Kuyu hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 2 kesan nehat zanîn û birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Her wiha xebatkara Navenda Çandê ya Mîtannî Nazli Dûman a duh li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat binçavkirin, anîn Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.

STENBOL

Piştî Walîtiya Stenbolê meşa rêxistinên kedê ya ji Gara Sîrkecî û Tipa Cerrahpaşa hat qedexekirin 4 kesên dixwestin bi keştiyê biçin Sîrkeciyê hatin binçavkirin. 4 kes bi îdîaya "gumandarê maqûl" hatin binçavkirin.

ERDEXAN

Li navenda Qersê û navçeya Golanê ya Erdexanê roja 10'ê Cotmehê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û di nava wan de rêveberên HDP û DBP'ê jî hebûn 17 welatî binçav kiribûn. Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan, ew derxistin edliyeya Erdexanê. Piştî îfadeyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê. Dadgehê jî biryara girtina xebatkara DBP'ê Hande Kaya da û 16 welatiyên din jî bi şertê "kontrola edlî" serbest berda. 

ELEZÎZ

Li taxa Fevzî Çakmak a Elezîzê û wargeha xwendekarên Zanîngeha Firatê lê dimînin polîsan serê sibê operasyon lidar xist. Di encama operasyonê de 11 xwendekar hatin binçavkirin. 11 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Elezîzê.

Navên xwendekarên hatin binçavkirin ên hatin zanin wiha ne: Sîbel Dagdevîren, Yasemîn Gulsun, Erkan Bilgi, Şeval Yilmaz, Azad Çelik, Bişar Ozçelik, Nalin Uçar û Ozcan Tekîn û 3 kesên navên wan nehatin zanîn.

Li navçeya Qowanciyan a Elezîzê jî di encama serdegirtina malan de Îbrahîm Polat, Rahmî Polat, Mehmet Polat, Ahmet Ergun û Ergun Ormanoglu hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.