Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin, ku operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye.

Ebadê danê vê sibehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê, operasyonê dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji hemû welatiyên xwe re radigihînin ku rojavayê Mûsilê wê rizgar bibe. Ji bo me, rizgarkirina mirovan her tim ji rizgarkirina axê girîngtir e."

Li aliyê din, balafirên şer ên ser bi artêşa Iraqê ve, duh bi şev bi mîlyonan belavok li rojavayê Mûsilê belav kirin û operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji gel re ragihandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên Iraqê hatine girtin, artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê bi rengekî fermî ketiye nava liv û tevgerê û operasyonê bi awayekî fermî dest pê kiriye.

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku roja 17'ê Cotmeha 2016'an de dest pê kir, heta niha rojhilatê Mûsilê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin.