Operasyona Mûsilê di roja 7’emîn de ye: Pêşdeçûn didome

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya 7’an de, dewam dike.

Hêzên Pêşmerge yên ku li eniya Başîkayê berew pêşde diçin, rêya giştî ya ku diçe Mûsil û Başîkayê kontrol kirin. Hat diyarkirin ku li gel pêşketina hêzên Pêşmergeyan ya îro di aliyê Bakurêrojhilat de 10 km navber maya bigihijin Mûsilê.

Li bajarokê Başîka yê ku 12 km dikeve Bakurêrojhilatê Mûsilê piraniya xwe gelê Êzidî lê dijîn.

ARTÊŞA IRAQÊ PÊŞDE DIÇIN

Berpirsê Komîteya YNK’ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî yê ku agahî da Rojnewsê diyar kir ku balafirên Koalîsyonê ya Navneteweyî li herêma Giyarayê bomberdûmanê dewam dikin.

Gelalî destnîşan kir ku artêşa Iraqê li herêma Bakurê Giryarayê 10 km pêş ve çûne. Gelalî wiha got: “Îro tevgerekî pir zêde hebû û artêşa Iraqê tim ber bi pêşde diçin.”

Di çarçoveya operasyona ku hêzên Iraqê dane destpêkirin, navçeya Hemdaniye ya ku dikeve Bakurê Mûsilê beşekî mezin a taxên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Li gorî agahiyê ji herêmê hatin girtin, wê artêşa Iraqê îro tevahiya navçeya Hemdaniye yê kontrol bikin, plan dikin ku ber bi gundê Şore ve biçin.

Her wiha, balafirên şer ên girêdayî hêzên koalîsyonê jî çeper û navendên çeteyên DAIŞ’ê bombe kirin, li gorî daxuyaniyek ji aliyê hêzên operasyonê ya hevpar a Iraqê ve hate kirin hate diyarkirin ku di bomberdûmanê de alîkarê Ebûbekir Bexdadî Ebû Ûsame hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bomberdûman li navçeya Tilsiqûfî ya dikeve Başûrê Mûsilê pêk hatiye û hat îdîakirin ku çeteyên ku li gel Ebû Ûsame jî hatine kuştin

WEZÎRÊ PARASTIYÊ YÊ DYA’YÊ LI HEWLÊR E

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Ashon Carter, piştî ziyareta li Bexda û Enqerê, îro gihişte Hewlêrê. Carter, li Balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Têpayîn ku Carter û rêveberên Herêma Kurdistanê, di derbarê operasyona Mûsilê de baxivin.