Operasyona Mûsilê: 900 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê 10 roj li pey xwe hişt, hat ragihandin ku heta niha nêzî 900 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka de hate gotin ku 800-900 çete hatine kuştin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji destpêka operasyonê heta niha herî kêm 10 hezar kes ji herêmê revîne, li gor hikûmeta Iraqê jî ev hejmar zêdetirî 12 hezaran e. Tê texmînkirin ku bi pêşketina operasyonê wê reva sivîlên li Mûsil û derdorê dewam bike.

Hate diyarkirin ku hefteya bihurî ji ber çeteyên DAÎŞ’ê karxaneyek sulfatê da ber agir herî kêm hezar kes hatin dermankirin.