Onder: AKP’ê wek ‘tedbîr’ tecrîd li ser Birêz Ocalan pêk anî!

Namzetê HDP’ê yê Enqereyê û berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û planên AKP’ê ji ANF’ê re nirxand.

Namzetê HDP’ê yê Enqereyê û berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, der barê nedayîna agahiyên têkildarî hevdîtinên Ocalan ên bi dewletê re got: “Ji xeta muxalîf a ku HDP dimeşînin û kampanyaya hilbijartinê nerehet bûn û ji Ocalan hat xwestin frenê bide HDP’ê. Dema Birêz Ocalan jî ev red kiriye, nexwestine em fêr bikin.”

Namzetê HDP’ê yê Enqereyê û berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û planên AKP’ê ji ANF’ê re nirxand.

HEWAYA HDP’Ê Û BIRYARA ŞER TECRÎD ANÎ

Onder bal kişand ser ketina dema tecrîdê û wiha got: “Di muzakereyên ku me bi dewlet û hikûmetê re kiribû de mutabakatek me hebû. Yek ji van jî  serdanên Îmraliyê bû û beyî rastî astengiyan bê 15-20 rojan carê pêkhatina wê bû. Ji bo vê jî  destûr û mekanîzmayên wek vê û burokrasî ji navberê derketin bû.  Hikûmet heta 5’ê Nîsanê heta pîvanekê li gor vê mutabakatê meşiya. Piştî 5’ê Nîsanê piştî lîsteyên namzetan teqez bû , bayê HDP’ê afirand û agahiyên anketan yên AKP’ê, hemû aliyên erênî yên pêvajoyê li ser HDP’ê kûr bû û li ser vê hikûmetê helwestek wisa girt.

Li aliyê din jî dema mirov li polîtîkayên giştî dinêre, bi taybet serokkomar di gotar, roportaj û axaftinên mîtîngan de, mirov dibe ku kampanyayek şerekî nû rewa dike, dimeşîne. Ji ber ku serokkomar hat vê nuqteyê; wek Birêz Ocalan jî destnîşan kiriye, di mutabaqata Dolmabahçeyê de manîfestoya heyî pisûlayeke demokratîkbûnê ye, vê jî daxwaza desthilatdarî û nêzîkatiyên zextdar ên ku hikûmetê hewl dida ava bike, xera dikir. Di vî alî de dema du tişt bên cem hev, têkildarî pêvajoyê de hewcedarî bi nirxandineke nû dîtin. Wek tedbîra destpêkê, şert û mercên tecrîdê pêk anîn. ‘Bila çekan berdin, piştre hevdîtinan bikin’ û nêzîkatiyên bi vî rengî, derewên mezin in. Ji ber ku di vê mutabaqata ku bi muzakereyan pêk hatiye, şert û mercên destberdana çekan jî hatibû qeydkirin.  Biryar hatibû dayîn ku muzakereya ji vir şûn ve di bin nezareta heyeta şopandinê de bên kirin û ev mutabaqat jî derbasî qeydên fermî bin.  Piştî ev bên kirin, ji bo kongreya bêçekbûnê wê Birêz Ocalan kronolojiyek amade bikira.”

Onder têkildarî ku Ocalan bi dewleta heyetê re hevdîtina dike de jî wiha got: “Me ev agahî ji wan girt.  Zêde agahî nedan. Destpêkê gotin em ê hevdîtinê pêk bînin. Piştre gotin hevdîtin pêk nehatiye lê hevdîtineke berfireh wê piştî hilbijartinê bikin. Têkildarî naveroka hevdîtinê de ti agahî nehat dayîn.”

BIRÊZ OCALAN HELWESTA AKP’Ê RED KIR

Onder diyar kir ku sedema nedayîna agahiyê ev e ku ji xeta muxalîf a HDP’ê û kampanyaya hilbijartinê nerehet bûne û wiha pê de çû: “Bandora HDP’ê ya ku hat afirandin dîtin. Îhtîmalek mezin ji Birêz Ocalan xwestin ku vê fren bike, qe nebe xwestin di alî AKP’ê de helwestek bê girtin.  Me jî di sê hevdîtinên xwe yên dawî de dît ku Birêz Ocalan ji vê nêzîkatiya bêcidiyet nerehet bû.  Ev helwest red kir. Dema red kir jî, nexwestin em vê fêr bibin.”

Di rojên dawî de ji bo hevdîtinên me ti pêşketin tine. Jixwe me diyaloga xwe ya bi hikûmetê re bi tevahî daye rawestandin. Ji ber ku li aliyekî li dijî kampanyaya me zimanê nefretê heye, ev zimanê nefretê jî ji hemû êrîşan re zemînê ava dike û dema rewş wisa be jî di şertên muzakereyê de hevdîtina wan nayê payîn. Naxwazin bên rû hev jî.  Tişta destpêkê em bipirsin, helwesta wan e. Naxwazin bikevin pozîsyonek wisa.

ENDAMÊN HILBIJARTINÊ GIRÎNG IN

Ondar da xuyakirin ku wê encamên hilbijartinê her tiştî zelal bike û wiha pê de çû: “Hikûmet dixwaze me di bin bendê de bihêle, muzakereyan bi sînor bike û di cihekî de jî bi dawî bike.  Lê bêguman wê encamên hilbijartinê vê diyar bike.

Di sê mehên dawî de rojeva me bi giranî, bi hişyarkirina têkildarî hewldanên hikûmetê derbas bû.  Helwestên pir kêm nîşan dan lê me guherînek esas nedît. KCK bi hestiyariyek mezin tevdigere. Em vê hem di helwest û hem jî di agahdariyên wan ên raya giştî de dibînin.”