Ok: Gelê Kurd kefen qetand; êdî qedera xwe bi xwe diyar dike

Ok diyar kir, civîna Cenevreyê di vê formatê de, neheqiya li hemberî gelê Kurd e û got, "Hêza kesî têrê nake der heqê qedera gelê Kurd de biryarê bigire." Ok destnîşan kir, ku çiqasî li hev rûnên jî bêyî erêkirina Kurdan ti çareserî peyda nabe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim.

Ok bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê hat binavkirin û got, "Gelê Kurd kefen qetand. Êdî qedera xwe bi xwe diyar dike."

Ok têkildarî civîna Cenevre-4 jî destnîşan kir, ku civîna di vê formatê de beriya her tiştî neheqî û bêedaletiyek li hemberî gelê Kurd e.

Ok diyar kir, heta şoreşa Rojava, gelê Kurd, MSD, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê giraniya xwe biparêze ew ê mecbûr bin û got, "Çiqas bi hev re nîqaş bikin, çiqas bi hev re rûnên noqetaya dawîn derveyî erêkirin û hebûna gelê kurd li ser qedera Sûriyê, li ser qedera gelê kurd mafê tu kesî nîne biryar bigire. Hêza tu kesî jî têrê nake ku biryaran bigire."

Sabrî Ok, der barê hesabên Erdogan ên li ser Minbic û Reqayê de desnîşan kir, ku ev hesab wê li serê wî bibin bela. Ok got, "Heta van deran hat esas ew ê çawa biçe ne diyar e."

Ok da xuyakirin, ku eger ew plan û perspektîfên xwe baş bi rêxistin bikin, pêk bînin, wê sala 2017'an ji bo AKP'ê bibe sala têkçûnê.

Li ser referandûma 16'ê Nîsanê jî Ok got, "Eger Erdogan û AKP encam negire, rêya siyaseta demokratîkbûna Tirkiyê heta derfet û zemînê çareserkirina pirsgirêka Kurd ew ê çêbibe. Bi vê zanebûnê gelê me xwedî helwest be li dijî AKP û Erdogan." 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, têkildarî bombekirina şehîdgehan jî destnîşan kir, ku ev yek nîşaneya derketina ji mirovahiyê ye û got, "Aqil û zîhniyeta DAIŞ û AKP/Erdogan yek e."

Ok, der barê serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Enqereyê jî, daxuyaniyên girîng da.

Hevpeyvîna bi Ok re bi vî rengî ye:

Piştî ku li Amerîkayê Trûmp bû serokdewlet, têkiliyên Amerîka û Rûsyayê bandoreke çawa ew ê li ser Rojhilata Navîn bike û hûn pêşeroja Rojhilata Navîn çawa dibînin?

ME KEFEN QETAND, GELÊ KURD ÊDÎ QEDERA XWE BI XWE DIYAR DIKE

Esas pirr kes dinirxînin. Rêber Apo jî beriya vê pirr caran, çend sal beriya vê anî ziman ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Ji bo wexta vî şerî jî gotibû ew ê deh salan dewam bike. Niha pirr kes vê rastiyê qebûl dikin. Heqeten li Rojhilata Navîn şerekî cîhanê yê sêyemîn diqewime. Demek beriya vê Gorbeçov jî daxuyaniyek wisa dabû. Gotibû hêzên navneteweyî yên sereke careke din berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Bêguman taybet jî Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Mirov lê mêze bike tê dîtin ku pêkhateyên têkildarî hêzên sereke yên navneteweyî li ser erdê bi hev re di nava şerekî de ne. Li pişt perdeyê yê plan dike û rêxistin dikin hêzên tên zanîn e. Sedsal beriya vê Rojhilata Navîn bi destê Brîtanya û Fransayê hat dîzaynkirin. 22 dewletên ereban hatin birêxistinkirin. Kurdistan weke çar parçe hat parvekirin. Her parçeyek weke xencerekê di sînga Kurdistanê de bi cih kirin. Gelê kurd jî sedsal e êş û nalîna vê dikişîne. Lê hereketa me bi rêbertiya Rêber Apo ev qedera ku derveyî îradeya gelê kurd û bi awayekî neheq bi kurdan dabûn jiyandin ters zivirand. Îro jî gelê kurd bi bedelên pirr giran û  bi têkoşîna xwe gihîşt asteke ku pê serbilind e û xwedî rûmet e. Ne tenê weke rizgarî, azadî û xwedî statubûna gelê kurd, gelê kurd di heman demê de ji civaka Rojhilata Navîn yên bindest, azadîxwaz û xwedî têkoşîn re pêşengtiyê dike. Sedsal beriya vê û îro mirov bide berçavan. Rewşa gelê kurd ne weke sedsal beriya vê ye. Gelê kurd sedsal beriya vê nedihat qebûlkirin û dihat redkirin. Hebûna wî nedihat qebûlkirin. Li hemberî ev dagirkeriya zalim û siyaseta navneteweyî asta perwerde, rêxistin û rêbertiyê gelê kurd têrê nedikir ku azadiya xwe bi ser bixe, pêş bixe û pêk bîne. Lê îro em mêzê dikin li Rojhilata Navîn bi giştî ev plan û stratejiya sedsal beriya vê êdî nikare emrê xwe dirêj bike. Nakokiyên dîrokî, civakî, mezhebî, olî, neteweyî, çînî hemû di nav hev de weke girêkekê ye li Rojhilata Navîn û ev statu êdî jê re teng tê. Jixwe neheq bû. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe hewl didin ku careke din li Rojhilata Navîn xwedî rol bin û berjewendiyên xwe bikaribin bi rêxistin bikin. Di vir de hinek hêzên sereke hene. Sedsal beriya vê Brîtanya û Fransayê xwedî rol bûn. Îro tê nîqaşkirin Amerîka û Rûsya rola Brîtanya û Fransayê ya sedsal beriya vê bigirin ser xwe, li hev bikin an jî bi hev re Rojhilata Navîn bixwazin ku dîzayn bikin. Nîqaşek wisa heye. Lê di heman demê de mirov mêze dike, derveyî ev hêzên sereke yên navneteweyî hêzên ku berê nedihatin qebûlkirin û ne rêxistinkirî îro hene. Taybet ez behsa rêxistin û tevgera gelê kurd dikim. Bêguman şoreşa Rojava dikim. Li çar parçeyên Kurdistanê weke paradîgmaya Rêber Apo, gelê me bi perwerde û ruhekî neteweyî, rêxistinkirî û xwediyê hêza parastinê ye dikim. Behsa hêzên civakên ereb, fars û di Rojhilata Navîn de weke sedsal beriya îro pirrtir zana, perwerde ne û mafên wan ên civakî çi ne dizanin û hewl didin têkoşîna wê bidin dikim. Ev muhîm in, lê dîsa em bizivirin ser hêzên sereke û navneteweyî bi rastî weke îhtimal û alternatîfa Rûsya û Amerîka li Rojhilata Navîn xwedî roleke çawa bin, ev rastiya hegemonîk dide berçavan ku her kes li gorî hêza xwe û pirrtir berjewendiyên xwe bi rêxistin bike û pêk bîne. Em mêzê dikin îro Trump weke Amerîka dewleta Îranê dewletek herî terorîst û di rêza yekemîn de îlan kir, weke hedef îlan kir. Hemû hewldanên Amerîkayê mirov mêze dike diyar e ku di vê siyaseta xwe ya li dijî Îranê de ew ê israr bikin. Mirov mêze dike li ser Rojhilata Navîn bêguman nakokî çiqas di nav wan de hebe jî li hemberî siyaseta koalîsyona navneteweyî û Amerîkayê nêzîkatî û têkiliya Rûsya û Îranê li ber çavan e. Rûsya ew ê çawa ji vê bandor bibe û helwesta wan ew ê çi be? Dîsa te dît Kirim di rojevê de ye. Rûsya dibêje axa min e û mafê min e. Amerîka dibêje em tu caran vê qebûl nakin. Nakokî hene. Ew ê çiqas vana li hev bikin, nakokiyên di navbera xwe de bi çi şêwazî ew ê hewl bidin û çareser bikin ev muhîm in. Lê li gorî min ji hemûyan pirrtir û muhîmtir asta rêxistinkirina civaka Rojhilata Navîn û paradîgmaya wan, siyaset û stratejiya wan ya rast, têkoşîn, hewldan û xebata wan e. Di vê noqteyê de jî rola dîrokî gelê kurd û di asta rêxistinê de jî hereketa me PKK bi paradîgmaya Rêber Apo derdikeve pêş. Ne mimkûn e ji vir şûnde îro derveyî îradeya Rojhilata Navîn taybet derveyî îradeya gelê kurd Rojhilata Navîn careke din bê dîzaynkirin. Hele li ser qedera gelê kurd biryarek bê dayîn. Me ev kefen qetand. Gelê kurd êdî qedera xwe bi xwe diyar dike, dinivîsîne, bi têkoşîn, bi hêza xwe bi îradeya xwe ya azad xwedî bandor e. Ne mimkûn e ku kesên li ser rastiya Rojhilata Navîn xwe berpirsyar dibînin vê rastiyê nebînin. Mecbûr in bibînin. Wexta mirov wisa lê mêze dike em dikarin bêjin ev hemû nakokî, pirsgirêk û şerê tê dayîn di heman demê hem şerê cihanê yê sêyemîn e hem jî encama vî şerî Rojhilata Navîn weke di dîrokê de hatiye jiyîn careke din li ser piyên xwe bisekine. Serokatî dibêje ya navend û derdor. Rojhilata Navîn careke din weke navend be. Zindî ye, dînamîk e, demokrasî, azadî, paradîgmaya Rêber Apo di vir de li ser mirovahiyê bandor be û roleke pêşengtiyê bilîze.

CIVÎNÊN CENEVREYÊ BI VÊ FORMATÊ NEHEQIYA LI HEMBERÎ GELÊ KURD E

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê li qada navneteweyî civîn tên lidarxistin. Civîna Astanayê ya duyemîn pêk hat, lê xuya dikî ku tu encam jê nehat girtin. Niha jî civîna çaremîn a Cenevreyê di rojevê de ye. Wateya van civînan ji bo Rojava û Sûriyê çi ne?

Bêguman ji bo civînên navneteweyî mirov nikare bêje tu wateya wan tune. Wateyek wan heye. Lê beriya her tiştî civînên neheq, bêedalet û derveyî îradeya civaka Rojhilata Navîn e. Gelê Sûriyê û taybet îradeya gelê kurd nebe, ne mimkûn e ew ê karibin encamê bigirin. Rast e, Astanayê encam negirt. Pêkhateyên civîna Astanayê kî bûn? Tirkiye, Îran, Rûsya bûn. Em îro mêze dikin piştî civîna Astanayê nakokî û nerehetiya di navbera dewleta Îran û Tirkiyê de her roj bêtir derdikeve pêş. Dibe ku Tirkiye xwe careke din ber bi Amerîka ve bibe û li hemberî Îranê hinekî din helwesta xwe tûj bike. Jixwe ji dîrokê vir ve ew herdû dewlet li ser Rojhilata Navîn hem bi çanda împaratoriyê hem jî weke mezhebî alternatîf û dijî hev in. Îran jî vê rastiyê dizane û li hemberî siyaseta dewleta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn taybet ya li Sûriyê ne rehet e û nerehetiya xwe jî hertim tîne ziman. Di vê civîna Astanayê de du pêkhateyên esasî Îran û Tirkiye rewşa wan wisa ye. Nakokiyên wan hertim pêş dikevin, geş dibin û ne mimkûn li ser vê rastiyê di civînên weke Astanayê de encam were girtin û nehat girtin jî. Cuda sedemên vê hene, lê hinekî rastî ev e. Yên Cenevre jî îdia ew e ku di 23’yê mehê de civîna çaremîn pêk bê. Heta niha sê civînên Cenevreyê vala derketin. Cuda cuda sedemên vala derketina van civînên Cenevreyê hene. Lê dîsa sedema herî sereke gelê kurd beşdarî van civînan nebû, nehat dawetkirin. Ji ber vê vala derket, bê encam ma. Civîna çaremîn jî eger careke din pêkhateyên bakurê Sûriyê weke îradeya gelê ereb, kurd, asûrî, suryanî, xiristiyan, tirkmen, çerkez, çeçen neyê qebûlkirin û dawetkirin, gelê kurd di vê civînê de nebe ez di niha de pirr vekirî û eşkerê dibêjim ev civîn jî weke civînên beriya xwe ew ê vala derkeve. Encam ew ê negire û ne mimkûn e. Ev civîn di vê formatê de beriya her tiştî neheqî û bêedaletiyeke li hemberî gelê kurd. Gelê kurd nirxê mirovahiyê parast. Eger têkoşîna şoreşa Rojava li dijî DAIŞ, Nûsra û çeteyên wisa nebûya li Ewropayê ew ê çend komkujî bijiya ne diyar bû. Yê ku rêda DAIŞ û hîn jî rê didiyê dewleta Tirkiyê bû. Pêkhateyên ku dewleta Tirkiyê wan destek dike û weke muxalefeta Riyad yan jî opozîsyonên tên zanîn eger li Cenevreyê amade be û gelê kurd jî nebe ev bêedaletî û neheqiyek mezin e. Mirovahî ew ê vê qebûl neke û red bike. 

HÊZA KESÎ TÊRÊ NAKE LI SER QEDERA GELÊ KURD BIRYARAN BIGIRE

Tu encam jî ew ê neyê girtin. Li gorî min gelê kurd li hemberî civînên Astana û Cenevreyê weke ku dawiya dinyê jî nebîne û negire dest. Tabî ku têkoşîna vê bide, neheqiya heyî bi raya giştî re parve bike. Lê baş bizanibe ku derveyî erêkirin, îrade û beşdarbûna gelê kurd ew ê ev civîn encamê negirin. Mirov pirr mezin jî neke. Heta şoreşa Rojava, gelê kurd, MSD, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê giraniya xwe biparêze ew ê mecbûr bin. Çiqas bi hev re nîqaş bikin, çiqas bi hev re rûnên noqetaya dawîn derveyî erêkirin û hebûna gelê kurd li ser qedera Sûriyê, li ser qedera gelê kurd mafê tu kesî nîne biryar bigire. Hêza tu kesî jî têrê nake ku biryaran bigire. Di vê noqteyê de têkoşîna tê dayîn, neheqî, û bêedaletî şermezarkirin, bi raya giştî re parvekirin weke têkoşînekê mirov bigire dest pêwîst e û rast e. Lê mirov tu wateyên dîrokî jî nedin van civînan. Bi hêza xwe bawer bike û bizanibe ku gelê kurd îro li ser axa Sûriyê hêza esasî ye. Weke aliyê cografîk ji sedî 20 lê weke civak li ser vê axê dijî ji sedî 30 zêdetir şoreşa Rojava ye. Ev îrade beşdarî muzakereyan nebe ew ê çareserî pêk neyê. Ji bo vê têkoşîn pêwîst e, lê bi hêza xwe bawerkirin hîn jî pêwîst e û muhîm e. Dibe ku bi şêwazekî bêjin werin beşdar bibin, di asteke jêr de yan jî li otelan rûnên. Em nizanin tabî ku erkdar û berpirsyarên Rojava çi biryarê bidin lê ez di wê baweriyê de me ew ê hêza xwe, giraniya xwe biparêzin û çi layiqî wan e, mafê wan e ku di kîjan astê de ew ê beşdar bibin di wê astê de xwedî biryar bin. Weke di asteke jêr de yan jî tu wateya wê tune weke xapandin mirov bigire dest. Bi zihniyeta ku dilê wan hinekî xweş bike. Ez bawer nakim tu kes tiştekî wisa bide pêşiya gelê kurd û gelê kurd jî tenazulî van tiştan neke. Giraniya xwe biparêze. Dewleta Tirkiyê eger pirr xwedî rol e di vê noqteyê de, her roj diaxive PYD û YPG ji DAIŞ’ê xerabtir e. Dinya van tiştan dibihîse, dizane, hêzên eleqedar vê dizane û dibihîsin. Şoreşa Rojava îrade û pişta DAIŞ’ê şikand ku îro her kes li hemberî DAIŞ’ê têdikoşe. DAIŞ ji dewleta Tirkiyê hêz girt û li ser axa Sûriyê bû xwedî rêxistin. Xwe bi rêxistin kir. Hîn jî têkiliyên wan li Tirkiyê hene. Dinya alem dizane. Lê eger siyaset di bin bandora harbûn û zexta dewleta Tirkiyê xwe bê rol bibîne, ev jî îradeya wan e û ew dizanin. Lê gelê kurd ew ê van tiştan qebûl neke û mezintir jî tu rol û wate nede  van civînan. Têkoşîna xwe, sîstema xwe bi rêxistinkirin esas bigire, ya muhîm ev e.

PLANÊN ERDOGAN WÊ LI SERÊ WÎ BIBIN BELA

Erdogan û rayedarên AKP’ê hertim dibêjin piştî Babê ew ê biçin Minbîc û Reqayê. Bandora vê helwesta dewleta Tirkiyê ew ê li ser Rojava û Sûriyê çawa be?

Eger her tişt li gorî zihniyet û aqilê Erdogan be dibe. Berê jî pirr caran me anî ziman xwe weke Xelîfeyê dawîn ên pêncemîn dibîne. Bi kompleksek împaratoriya Osmanî civaka ereb biçûk dibîne. Dîsa her herêmêk û axa gelê ereb, Sûriye, Iraq weke eyaletek dewleta Tirkiyê be. Çima ku Erdogan xwe wisa dibîne. Heqeten hêza wî hebe, zihniyet ji vê re vekiriye û dixwaze wisa bike. Lê rastî û hêza wî tiştekî cuda ye. Niha li Babê dibêje em ê encam bigirin. Weke şêwazê Babê ber bi Reqa û Minbîcê biçin. Di çapemeniyê de wisa derdikeve û her kes jî wisa dinirxîne û şîrove dike. Lê li gorî em jî dişopînin, li ser ragihandinê dewleta Tirkiyê hîn esas neketiye Babê jî. Koşeyekê digire, yek caran DAIŞ lêdixe û dîsa ji wir derdixe. Tenê derdora Babê girtine. Çend meh in dewleta Tirkiyê li Babê tu encam negirtiye. Bi sedan windahiyên wan çêbû. DAIŞ li ser înternetê bi piranî jî belav kirin. Muhîm ew ê ku rewşenbîr û çapemeniya dewleta Tirkiyê van tiştana bi civaka Tirkiyê bidin fêmkirin. Heqeten ev mirovina li Babê ji bo çi jiyana xwe ji dest didin û çima dimirin. Ji bo dîktatoriya Erdogan e, tenê ev e. Lê zextek wisa li ser civakê çêkiriye, tabî ku her kes bêdenge e. Ji vê îstîfade dike Erdogan, ew damara şovenîzmê dîsa bi rêxistin dike, hewl dide piştî Babê li ser Reqa û Minbîcê xwedî rol be. Lê ez dibêjim hîn li Babê tu encam negirtin. Eger hêzê di xwe de bibînin û ez jî texmîn dikim hewldanek wan ew ê wisa hebe. Çiqas encam bigire ew meseleyek din e. Lê weke me anî ziman hîn li Babê encam negirtiye. Şîrove dikin rewşenbîr û siyasetmedarên tirk jî, hinek dibêjin du mehên din û hinek dibêjin herî kêm mehek din bikaribin encamê bigirin. Rewşa artêş û dewleta Tirkiyê wisa ye. Ew ê ne hêsan be ji bo dewleta Tirkiyê, tabî ku ew ê bixwazin Minbîc û Reqa jî dorpêç bikin. Lê dewleta Tirkiyê û Erdogan bizanibe ku civaka ereb, xiristiyan, tirkmen, çerkez, çeçen, gelê kurd bi her awayî xwe rêxistin kirine. Her roj di çapemeniyê de em dibînin, dişopînin, dibihîzin amadekariyek wan a xurt heye, tecrûbeyek wan a xurt heye. Beriya her tiştî jî mafdar in. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê xwedî îrade ne. Tecrûbeya xwe ya şer ya heyî bi hêza xwe ew ê bi kar bîne. Esas ev hesab û planên di serê Erdogan de derbas dibe, ew ê li serê wî bibe bela. Cesaret bike jî nizanim, dibe ku jî bike. Lê ew siyaset yek, bi civakê tiştekî nade qezenckirin. Dudo, neheq e. Sisê, gelê ereb, gelê kurd, xiristiyan, tirkmen, çerkez û çeçen vê qebûl nekin û jixwe her roj eşkere vê dibêjin û weke bikeve çiravekê ye. Heta van deran hat esas ew ê çawa biçe ne diyar e.  

TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO DIVÊ NE TENÊ ROJEKÊ BE, HER TIM BÊ DAYÎN

Îsal di 15’ê Sibatê de li hemberî Komploya Navneteweyî helwesta gelê kurd gelekî xurt bû. Hûn çalakiyên îsal ên li hemberî Komploya Navneteweyî çawa dinirxînin?

Komploya navneteweyî li ser qeder, hebûn û azadiya gelê kurd bêguman muhîm e. 18 sal derbas bûn Rêber Apo hîn jî di zindanê de ye. Di bernameya beriya vê de jî me anî ziman weke mijarek rexnedayînê careke din tevgera me, rêveberiya me û gelê me li hemberî rastî û azadiya Rêber Apo, sîstema Îmraliyê hewldan û têkoşîna xwe di ber çavan re derbas bike. Eger hîn jî Rêber Apo li zindana Îmraliyê ye xwe weke deyndar bibîne, erkdar û berpirsyar bibîne û bi her awayî têkoşîna xwe bilind bike. Wisa jî dibe. Mesele îsal şermezarkirina komploya navneteweyî weke hemû civaka me gelê kurd ruhekî neteweyî bi rêxistin dike. Yanî hebûna Rêber Apo, nefes dayîn û nefes girtina Rêber Apo hemû têkoşîn xizmeta wê dike jixwe. Careke din di nava gelê kurd de ruhekî neteweyî bi rêxistin bike. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hewldanên xwe, helwestên xwe bi ruhekî neteweyî û bi cesaret îradeya xwe diyar kir. Ev li azadiya xwe, hebûna xwe xwedîderketinek e, têkoşînek e. Dewleta Tirkiyê bi her derfetan û di her fersendê de dixwaze Serokatî bê bandor bihêle û pergal Îmraliyê ji mirovahiyê re bigire. Li wir çi tê jiyîn, rewş çi ye, kes nizane. Gelê me û hêzên şoreşger, sosyalîst, azadîxwaz û dostên gelê kurd  ev perdeya li ser pergala Îmraliyê rakin. Azadiya Rêber Apo weke demokratîkbûna Tirkiyê û azadiya gelê kurd bibînin, wisa xwedî helwest bin. Li ser vî esasî ev têkoşînên hatine dayîn, şermezarkirina komplo di astekî baş de bû. Têrê nake divê mirov hîn jî xurt bike. Ne tenê weke di 15’ê Sibatê de.  Her roj rojek têkoşînê be, her roj wateyek wisa hebe. Her rêxistinek me, her kadroyekî me di rojeva wan de azadiya Rêber Apo û tunekirina pergala Îmraliyê hebe. Li ser vî esasî têkoşîn bênavber bê dayîn. Li Bakur jî helwesta gelê me baş bû. Pêwîst e mirov bizanibe niha li Bakur ne weke darbeya Kenan Evren jê dijwartir û zexteke bêexlaq li ser gelê me heye. Du kes tên cem hev hema polîs û cenderme van kesan binçav dikin yan direvînin yan jî tiştekî din tîne serê wan. Rexmî vê rewşê venekirina dikanên xwe baş bû. Weke helwestekê bû. Ev ruh heye û xwe diyar dike. Li Bakur wisa bû. Li gorî di çapemeniyê de me şopand, li herême ereban li Rojava wisa bû. Li Başûr. Li Ewropa civaka me hertim li ser piyan e. Bi vê wesîleyê em ji gelê xwe re rêzê diyar dikin, hurmetê nîşan didin û silav dikin. Lê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û pergala Îmraliyê weke rojekê na, bênavber hertim bê dayîn. 

EGER EM PLAN Û PERSPEKTÎFÊN XWE BAŞ PÊK BÎNIN, WÊ SALA 2017'AN BIBE SALA TÊKÇÛNA AKP'Ê

Tê gotin ku dewleta Tirkiyê plan dike êrîşî Herêmên Parastina Medyayê bike. Beriya vê gelek caran êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Herêmên Parastina Medyayê çêbûne. Gelo operasyoneke wisa mimkûn e û encamên wê ew ê çi be?

Ev jî zihniyeta Erdogan û dîktatoriya AKP’ê ye û di serê wan de derbas dibe tabî. Bahçelî wextekê digot ala dewleta Tirkiyê li  ser çiyayê Qendîlê biçikînin. Di dilê wan û mejiyê wan de ya hertim derbas dibe ev e. Lê heta niha tu caran encamên wisa negirtine. Her ketine Herêmên Parastina Medyayê rezîl û ruswa bûne û derketine. Darbe xwarine û derketine. Dîktatoriya Erdogan dibe ku plan û stratejiya wan hebe. Tenê ew ê bikaribin vê bikin, pêkhateyên wan kî ne? Tabî ev jî mijarên fêm kirinê ne. Di serî de ez bêjim siyaseta başûrê Kurdistanê her çi be jî, gelê me yê başûrê Kurdistanê li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwesteke pirr bi rûmet û pîroz e. Ev ne wek dema 1990’î ye. Em di sala 2017’an de ne. Guhertin hene, gelê me yê Başûr beriya her tiştî xwedî helwest be. Em dibêjin ya kongreya neteweyî em çêbikin, ev êrîş ew ê xizmeta ruhekî neteweyî bike û pêşengtiya vê jî ew ê hereketa me bike. Di milê eskerî de jî dewleta Tirkiyê bikaribin ew ê bikin, ji xwe bawer bikin ew ê bikin. Lê qenaeta me ev e dîroka me ya zêdetirî 40 salî û taybet 35 sal in li ser başûrê Kurdistanê bi dehan caran êrîş û operasyonên wan çêbû. Dibe ku di hin cihan de ji ber ku şer e me hinek windahî dabin. Lê yên ku rezîl û ruswa bûn, îradeya wan şikest, windahiyên mezin dan hertim dewleta dagirker a Tirkiyê bû. Encama pratîka heta niha wisa ye, ji vir û şûnde jî ew ê wisa be. Dewleta Tirkiyê û fermandarên wan baş dizane ku gerîlayê çil salî xwedî tecrûbe û bihost bihost çiyayên Kurdistanê dizanin û xwe bi cih kirine û derfet heyî ew ê çawa li dijî wan bi kar bînin, dizanin. Cesareta wan heye bila werin. Ez dibêjim eger dînitiyek û hovîtiyek wisa bikin belkî jî îradeya wan a dawîn li Herêma Parastina Medyayê bê şikandin. Lê te dît şovenîzm û damara kevneperestî di referandûmê de dixwazin zindî bigirin. Jixwe Bînalî Yildirim di meclisê de axivî û îşareta Bozkurt a MHP’ê kir. Ji berê vir de jî wisa bû, ruh û mejiyê wan, îdeolojî û siyaseta wan yek e. Bi hev re jî desthilatdar in. Propagandaya vê jî heye, civaka şovenîst hîn çawa baştir karibin rakin ser piyan. Lê hesabekî wan ê eskerî jî heye. Heta niha digotin “PKK ew ê nikaribe xwe bigihîne bihara 2017’an. Em ê çong danînê bi wan bidin jiyandin. Lê tu der nema, em ketin hemû cihan." Derewên wan heta çend roj û çend saetan dewam bike her kes dişopîne. Destpêka biharê tu nema. Ez jî di vê îdiayê de me, em plan û perspektîfên xwe baş bi rêxistin bikin, baş pêk bînin, rewşa Rojhilata Navîn giştî em bidin berçavan, hewldana xwe hem eskerî, siyasî û civakî di asta herî radîkal de em pêş bixin ez jî îdia dikim ku sala 2017’an ji bo AKP’ê sala têkçûnê be. AKP di vê zanebûnê de ye. Ji bo vê dîktatorî, hovîtî û helwesta xwe li hemû deran weke hişk diyar dike,  hîn xerabtir diçe ser her kesî. Jixwe di vê referandûmê de encamê negire jî deriyê siyaseta demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd jî ew ê bê vekirin û AKP jî têk biçe. Ji bo vê êrîşên başûrê Kurdistanê jî, herêmên gerîla jî, Rojava jî ew ê vana hemûyan bidin berçavan û plan bikin. Em jî weke tevger hemû hêza xwe û civaka xwe ji vê re amade bikin û sivik negirin dest. Heta niha jî jixwe wisa ye. 

BOMBEKIRINA ŞEHÎDGEHAN, DERKETINA JI MIROVAHIYÊ YE

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê li ser Herêmên Parastina Medyayê hene. Herî dawîn şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hat bombebarankirin. Hûn vê helwesta desthilatdariya AKP’ê ya li ser cihên pîroz çawa dinirxînin?

Dîroka şeran mirov mêze bike şerê herêmî, cîhanî, di navbera dewletan de û çend hêzan de tiştên wisa pirr kêm in yan jî tune ne yan jî bêhemdî hinekan tiştên wisa li şehîdgehan xistiye. Lê yê ku israr dike weke siyaset, polîtîka û taktîk herêmên herî pîroz ne tenê ji bo gelê kurd ji bo mirovahiyê weke şehîdgeh û dubare dubare lêdixe dewleta Tirkiyê ye. Li Bakur jî li gelek şehîdgehên me xistin. Dayikên me digotin em dikarin jiyana xwe bidin bin bombebaranan lê bila hestiyên zarokên me di tirban de xwe têkil nekin. Hesab xwestina vê ew ê pirr giran be. Em tu caran vê ji bîr nakin. Ev zilmek e, hovîtiyek e mirovahî heta roja îro nebûye şahidê van tiştan. Lê eger em weke hereket li şehîdgehên wan bixin, ew ê rabin ser piyan. Ew ê ji hemû dinyê re bêje PKK terorîst e, terorîstan nizanim hatin li şehîdgehên me xistin. Baş e, ew jî li yên me dixin terorîstê herî mezin ne ew in? Esas zeafiyetek e, ji mirovahiyê derketin û hovîtiyek e. Hûn li hemberî me şer dikin, exlaqekî şer jî heye. Şerê xwe bikin, bikaribin encamê bigirin, lê li şehîdgehan nexin. Eger ev peyam be hûn ê hemû bên kuştin, em jî îdia dikin û dibêjin hûn ê bên tunekirin. Siyaseta we ew ê bê tunekirin. Gelê kurd nikare vê rake, mirovahî nikare vê rake weke li şehîdgehan bixe. Heqaret bike û bi wan bilîze. Li vir du tişt muhîm e. Ev hêzên navneteweyî hîn jî li hemberî ev hovîtiya dewleta Tirkiyê û AKP’ê bêdeng e ne rast e û em şermezar dikin. Kesên li Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyê li hemberî vê hovîtiya Tirkiyê deng dernexistin, şermezarnekirin kêmasiyek ciddî ye. Bangawaziyek me ev e ku ev nirxekî mirovahiyê ye, ne tenê yê gelê kurd e. Her kes çima ku mirov e divê li hemberî vê xwedî helwest be. Ya din gelê me û tevgera me tu caran em vê ji bîr nekin. Hesabê van bêguman bê xwestin. Ev bombebarana li ser şehîdgehan û şehîdgeha Mehmet Karasûngûr kî ji bîr bike. Kî hesabê vê ji AKP’ê nexwaze. Di aliyê propagandayê de jî em kêm dimînin. Me got ya em bûna dewleta Tirkiyê dinya rakiribû ser piyan. Lê ew li şehîdgehên me dixin bêdengiyek heye. Bi her awayî têkoşîna vê em bidin, teşhîr bikin, rastiya wan bidin berçavên mirovahiyê û beriya her tiştî heta ev zihniyet û israra hovîtiya dîktatoriya Erdogan hebe, tevgera me û gelê me bêguman helwest û têkoşîna xwe bênavber hîn radîkal ew ê pêş bixin, em ê rehetiyê bi wan nedin jiyîn.

AQIL Û ZÎHNIYETA AKP Û DAIŞ'Ê, ERDOGAN Û DAIŞ'Ê YEK E

Ev di heman demê de ne zihniyeta DAIŞ’ê ye jî?

Berê me jî û pirr kesan jî anî ziman. Jixwe ji aliyê îdeolojîk ve AKP û DAIŞ, Erdogan û DAIŞ ji hev ne dûr in. Taybet li ser meseleya azadî û xwedî statubûna gelê kurd birastî ji hev ne dûr in. Em di vê baweriyê de ne. Te dît DAIŞ dibêje êrîşên me li ser Kobanê û kurdan me şaşîtî kir. Ev şaşîtî kê bi DAIŞ’ê da jiyandin, aqilmendê wan Erdogan e. Wan rê vekir û gotin êrîşî ser Kobanê bikin, bila kurd ne azad bin û ne xwedî statu bûn. Ev hemû tişt Erdogan û AKP’ê ew bi rêxistin kirin. Encam negirtin ew tiştekî cuda. Aqil û zihniyeta wan eynî ye. Mesele DAIŞ jî bajar, gund, zarok, jin qetil dike û weke komkujî pêş dixe. Eynî hêzên dîktatoriya Erdogan ew jî li Kurdistanê eynî tiştî dikin. Ev eynî zihniyet e.

ERDOGAN Û AKP DI REFERANDÛMÊ DE BI SER NEKEVE, WÊ ZEMÎNA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BAFIRE

Li Tirkiyê êdî pêvajoya referandûmê ye. Wate û encama vê referandûmê ji bo Tirkiyê ew ê çi be? Di vê referandûmê de helwesta gelê kurd divê çawa be?

Ev referandûm bi rastî muhîm e. Ji bo hemû civaka Tirkiyê taybet ji bo gelê kurd muhîm e. AKP û Erdogan jî di vê zanebûnê de ne. Ji bo vê hemû derfet û hêzên xwe bi kar tînin û bikaribin di vê referandûmê de encam bigirin. Dizanin eger di vê referandûmê de Erdogan encam negire, siyaseta wan ew ê têk biçe. Di heman demê de îradeya civaka Tirkiyê û gelê kurd dêmek desthilatdariya wan qebûl nekin, red dikin. Helwestek e. Ji bo vê muhîm e. AKP dizane eger ne desthilatdar be ew ê hesab bide. Pirr mijarên ku hesab bidin jî hene weke komkujî, weke îşkence, neheqî, zexta li ser civaka Tirkiyê û gelê kurd gelek in. Dixwazin ji van birevin û rêya vê desthilatdariya xwe parastin e. Hemû hêza xwe didinê. Gelê Tirkiyê jî gelê kurd jî bi vê zanebûnê nêzîkî referandûmê bibe. Bizanibe ku eger Erdogan û AKP encam negire, riya siyaseta demokratîkbûna Tirkiyê heta derfet û zemînê çareserkirina pirsgirêka kurd ew ê çêbibe. Bi vê zanebûnê gelê me xwedî helwest be li dijî AKP û Erdogan. Erdogan vê heq jî kiriye. Ev AKP û Erdogan ku li ser gelê me, li ser nirxên me, rûmeta me pirr lîst, pirr komkujî û zext kir. Ji bo ku li dijî Erdogan xwedî helwest be ne tenê kesekî kurd be îlehî dilxwaz û alîgirê tevgera azadiyê be. Tenê nasnameya mirovahiyê û di ser de jî kurd be tu sedem tune ku hîn jî emrê Erdogan û AKP’ê dirêj bike û di vir de xwedî rol be, xwedî helwest be. Civaka Tirkiyê jî wisa be û netirsin jî. Têkoşînek e, riya demokrasî û siyasetê vekirin e. Têkoşîna têkçûna dîktatorî û faşîzma AKP’ê ye. Weke hilbijartin, lê encamên wê gelekî girîng e, ji bo vê eger gelê kurd dixwaze hesabê komkujî zext û neheqiya li ser gelê kurd ji AKP û Erdogan bixwaze pêwîst e di vê hilbijartinê de muheqeq biçe ser sindoqan, dengê xwe nedê AKP’ê û Erdogan. Ji wan re bêje na. Hevdû rêxistin bikin, netirsin, hêza xwe û îradeya xwe bikin yek. Dîsa civaka Tirkiyê wisa. Erdogan ew ê nekiribe encam bigire. Cara yekem hemû anket û îşaret diyar dike ku rewşa AKP’ê lawaz e, ne baş e. Ji bo vê ev referandûm muhîm e, ez bawer im ew ê birîneke kûr li siyaseta AKP’ê û Erdogan bixe û siyaseta wan ber bi têkçûnê ve biçe.

JI BO KESAYETÊN WAN DAXÎNIN JÊRÊ, PARLAMENTERÊN HDP'Ê BERDIDIN Û DIGIRIN

Li ser îradeya gelê kurd a siyasî jî êrîşên AKP’ê hene. Herî dawîn parlamenteriya Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî xistin. Hûn van êrîşên li ser îradeya gelê Kurd çawa dibînin?

Ne tenê li ser siyaseta gelê kurd, li siyaseta demokratîk a Tirkiyê jî. Tabî ku gelê kurd xwedî têkoşîn e, pirtir û zêdetir di rojevê de ye. Fîgen Yuksekdag Hevseroka HDP’ê bû. Jinek xwedî rûmet, têkoşîn, kesayet û siyasetvanek bû. Siyasetek demokratîk temsîl dikir û dimeşand. Ez bawer im jinek tirk jî bû. Niha konsept û siyaseta AKP’ê çi ye? Riya siyaset û demokratîk bixitimîne û li pêşiya wê bibe bendek. Çima ku li Tirkiye muxalefet tune, derveyî vê. Muxalefeta jin, muxalefeta mafê Tirkiyê, mafê kedkaran, mafê gelê kurd, mafê rewşenbîran, mafê kesên azadîxwaz, ên sosyalîst, şoreşger yanî siyaset weke muxalefet li hemberî AKP’ê HDP’ê ye. Ji bo vê konsept û polîtîkaya wan çi bû? Taybet di ya hilbijartin û referandûmê de jî weke buldozer bi ser HDP’ê de biçe û pê dilîzin. Dîsa gelê kurd rastiya HDP’ê û civaka Tirkiyê vê bizanibin. Mesele Îdrîs Balûken berdan û dîsa girtin. Kesekî din digirin weke Ferhat Encû, berdidin û dîsa digirin. Yanî weke psîkolojiyek e. Dixwazin kesayeta wan daxin jêr, hesabên wan wisa ye. Yan jî pê bilîzin. Yan jî jineke xwedî rûmet weke Fîgen Yuksekdag bi sed hezaran hatiye hilbijartin. Belkî yek weke Fîgen Yuksekdag di wê astê de deng girtine çend kes in ez nizanime. Lê îradeya wan hemû bidin aliyekî û bi xwestek û talîmata Erdogan di saetekê de heman ji wekîltiyê derxe. Vana jî li çavên dinyê û mirovahiyê mêze dikin û dibêjin em dewletek û civakek demokratîk in û demokrat in. Li hemberî me HDP û partiyên din nizanim çi terorîst in. Yanî li dinyê mînakên wisa tune. Belkî di wextê de li Arjantîn di dema Pînochet de hebû, belkî dewletên desthilatdar netewe dewlet heye. Pirr nivîskar tînin ziman û rast e weke pêvajoya desthilatdariya Hîtler li Almanya rastiya AKP û desthilatdariya wan ya îro hebû. Ev faşîzm e jixwe. Kesekî ku para xwe ji vê faşîzm û dîktatoriya AKP’ê nagire tune. Hemû di bin bar û zextekê de ne. Ji bo vê ev weke helwestekê ye. Taybet HDP û civaka Tirkiyê hêzên demokratîk bêguman ew ê li birêz Fîgen Yuksekdag xwedî derkevin û li hemberî AKP’ê xwedî têkoşîn bin. Yanî tu kes bi serê xwe nikare encam bigire. Hemû hêzên li dijî faşîzmê ji bo Tirkiyeyek demokratîk pêwîst e bi her şêwazî xebata xwe bikin yek, helwesta xwe pêş bixin.

SERDANA BARZANÎ LI ENQEREYÊ: DIVÊ HER KES DERFETÊN XWE BIDE AZADÎ Û YEKBÛNA GELÊ KURD

Tê gotin ku di dawiya vê hefteyê de Mesûd Barzanî ew ê biçe Enqereyê. Hûn vê serdana Barzanî çawa dinirxînin?

Hinek rojnamevan jî dibêjin di demên krîtîk de ev ziyaretên Barzanî dikevin rojevê û pêk tên. Dêmek balkêş e. Mafê Barzanî yan jî mafê kesên din heye ku biçin Enqereyê û jixwe ew jî diçin û tên. Lê mafê kesî tune ku li ser azadî û têkoşîn, berjewendiyên gelê kurd hesab bikin yan jî nîqaş û tiştên cuda bikin. Derveyî vê çûn û hatine. Te dît Bînalî Yildirim jî çû Bexdayê û piştre çû Hewlêrê. Lê hat gotin ku Bînalî Yildirim xwestiye li ser herêmên medya operasyonê pêş bixe û nîqaşên wisa hene. Ev di serê gelê kurd û siyasetvanên gelê kurd de pirsan çêdike. Belkî KDP li ser van mijarina helwesta xwe diyar bike e wê rast be. Dikare bêje tu plan û hesabên me li ser Herêmên Medya yan jî Tevgera Azadiyê tune. Cuda hevdîtinên me û rojevên me hene. Tabî ku çi gotiye li wan jî xwedî derkevin. Çûna Barzanî li Enqereyê her kes dişopîne. Jixwe beriya vê çend rojan li Almanya hevdîtin çêkirin bi serokwezîrê dewleta Tirkiyê re. Çi xêr û alamete em nizanin vana diçin û tên. Lê em dixwazin vê bêjin her kes pêvajoya Rojhilata Navîn baş bixwîne û baş bizanibe. Hêz û îradeya gelê kurd û derfetên heyî baş bizanibe, bêguman astengiyên heyî jî bizanibe. Nekeve şaşîtiyekê, her kes rûmeta xwe biparêze, her kes derfetên xwe bide azadî û yekbûna gelê kurd. Eger wisa be em ne li dijî ziyareta tu kesî ne û tiştekî em bêjin tune. Em bawer in di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî çi be, li gorî wê ew ê bê hereketkirin. Kêmasî û şaşîtî nebe