Ok ê 74 salî hate girtin

Mehmet Ok (74) li Semsûrê hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Beriya 5 rojan li gundê Çoxpinar a Semsûrê di encama operasyona qirkirina siyasî de Mehmet Ok ê 74 salî û Cemal Ok (Aydin) ê 64 salî, her wiha di çarçoveya heman operasyonê de li îzmîrê Velî Ok, li Çorûmê jî Îsmet Var hatin destgîrkirin. Di serdegirtina gundê Çoxpinarê de dest danîn li ser şelpeyên kesk û sor û zer û kovara bi navê ‘Kurd’ ku 15 sal berê hatiye çapkirin. Her wiha wêneyên Mehmet Ok a bi keça xwe ya PKK’î Arzû Ok re desteser kirin

Ji kesên hatin destgîrkirin Mehmet Ok, Cemal Ok û Îsmet Var birin Midûriyeta Jendirmeyan Semsûrê û Velî Ok jî li Îzmîrê hate destgîrkirin. 3 kes sewqî Edliyeya Semsûrê kirin, Velî Ok jî bi rêya SEGBÎS’ê îfade da dozger. 4 kesên ku hat îdakirin di derbarê wan de îfadeya şahîdan heye, bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê kirin. Mehmet Ok bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, 3 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ok, birin Kampûsa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.