NY: Pêwîst e ku Kurd li ser maseyê bin

Nûnerê Berpirsê Pêşketinê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Moîses Venacîo got; “Dibe ku siberoja Sûriyeyê federalîzm be û em dibêjin pêwîst e Kurd li ser maseya muzakereyê cih bigirin.”

Nûnerê Berpirsê Pêşketinê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Moîses Venacîo diyar kir ku divê Kurd li ser maseya muzakereyên Sûriyeyê cihê xwe bigre, destnîşan kir ku dibe siberoja Sûriyeyê federalîzm be. Ji PE Matîas jî got PYD neyê destekkirin ev dibe “durûtî”. Prof. El Kareh jî ji bo Erdogan îfadeya “cinawirê nû” bi kar anî.

Nûnerê Berpirsê Pêşketinê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Moîses Venacîo yê ku li ser daweta Parlamentoya Ewropayê (PE) hat Strasboûrgê,  got; “Dibe ku siberoja Sûriyeyê federalîzm be û em dibêjin pêwîst e Kurd li ser maseya muzakereyê cih bigirin.”

EL KAREH: ERDOGAN CINAWIREKÎ NÛ YE!

Civîna ku Pisporê Rojhilata Navîn, Sosyolog û Zanyarê Siyasetê Prof. Rûdolf El Kareh û nûnerê PYD’ê Hasan Sherûan hatibûn dawetkirin, ji hêla delegasyona daîmî û fermî ya Parlamentoya Ewropayê ya ji Sûriye, Misrê, Urdun û Libyayê berpirs hat birêvebirin.

Prof. El Kareh di axaftina xwe de ji ber di şerê Sûriyeyê de YE rola xwe nalîze rexne kir. El Kareh li dijî planên Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan a li ser Rojhilata Navîn nerazîbûnên xwe anîn zimên, got; “bûyina cinawirekî nû”.

El Kareh di axaftina xwe de destnîşan kir ku “Ji bo çareseriyê wê rola Kurdên li Sûriyeyê diyarker be, jixwe nêzîkatiyek ne parçeker, ya yekîtiyê esas digire gelekî girîng e.”

SHERÛAN: EM LI BENDA PIŞTEVANIYEK ŞÊNBER IN

Li ser navê PYD’ê Sherûan axivî, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir, diyar kir ku bêdengiya YE û saziyên navneteweyî nayê qebûlkirin.

Sherûan wiha axivî; “Em berjewendiyên hevpar ên tevahî gelên Sûriyeyê diparêzin û berjewendiyên gelê xwe yê Rojava û ewlehiya wê diparêzin. Yê rêzdar be em ê bi dostanî nêz bibin, heta em hêviya têkîliyek bi biratî ji bo PDK’ê jî dikin. Lê, eger êrîş were ser me, ji DAÎŞ, El Nûsra an jî hêzek din were, bêyî cudahî em ê gelê xwe biparêzin.”

Sherûan li dijî ambargoya li ser Rojava jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û got di têkoşîna wan de ku li dijî neyarên mirovahiyê dimeşînin, li benda piştevaniyek şênber in.

Di civînê de ku nêzî 40 parlamenterên PE amade bûn, Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay jî got hêza herî rewa ya ku heq dike li ser maseya çareserî û aştiyê be PYD û rayedarên Rojava ne.

MATÎAS: DESTEKNEKIRINA PYD’Ê DURÛTÎ YE

Seroka Delegasyona Daîmî û Fermî ya Parlamentoya Ewropayê ya ji Sûriye, Misrê, Urdun û Libyayê Berpirs Marîsa Matîas ku konferans bi rê ve dibir, destek da PYD’ê, berê xwe da nûnerê NY û got; “Wek temsîla gelê Kurd divê teqez li dor maseya aştiyê rûnên. Li dijî DAÎŞ’ê dema têkoşînê dike wek hevkar bê nîşandan û dawetî maseyê neyê kirin, durûtî ye û ev nayê qebûlkirin.”

Seroka Delegasyonê ragihand ku beşa ku li Sûriyeyê xwe mîna ‘mûxalefet’ bi nav dikin jî dawet kirine, lê bêyî hincet daweta wan qebûl nekirine.