Nûrî Aslan bû Serokwekîlê ÎBB’ê
Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 23’ê Adarê de hate girtin, li Meclîsa ÎBB’ê hilbijartina serokwekîltiyê hat kirin.
Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 23’ê Adarê de hate girtin, li Meclîsa ÎBB’ê hilbijartina serokwekîltiyê hat kirin.
Namzetê CHP’ê Nûrî Aslan li dijî namzeta AKP’ê Zeynep Abidîn Okul pêşbaziyê kir.
Piştî hilbijartinên ku sê tûr berdewam kirin, Nûrî Aslan bi wergirtina 177 dengan bû Serokwekîlê ÎBB’ê.
Namzeta AKP’ê Zeynep Abidîn Okul jî 126 deng stend.
Nûrî Aslan ku ji bo serokwekîltiyê hat hilbijartin, di rêveberiya ÎBB’ê de dest bi erka xwe kir.