Nobeda li dijî darbeya qeyûm di roja 12'emîn de ye

Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê nobeda li dijî darbeya qeyûm di roja 12'an de ye. Li nobedê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê hatiye destpêkirin, di roja 12’an de didome. Bi beşdariya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan, li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin.  Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Hevşaredar îradeya me ne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Na ji qeyûm re, rêzê ji bo îradeyê bigirin”, “Bijî piştevaniya gelan”, “Diz wê biçin gel wê li vir bimînin” û “Qeyûmê diz ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.

Di nobetê de ji ewil endamê Meclisa Şaredariya Akdenîzê Aydin Kiliç axivî û xizmetên ji bo şaredariyên kirin vegot. Dayika Aştiyê Zeynep Aslan jî tayînkirina qeyûm şermezar kir û got ku wê têkoşîna wan a li dijî xespkirina îradeyê bidome.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî wiha got: “Ev 12 roj in em li dijî xespkirina îradeyê têdikoşin. Qeyûm, diz in. Bi tayînkirina qeyûm re şaredarî li gel hatiye girtin û tu xizmetan nakin. Şaredarî hatiye dagirkirin. Di hundirê wê de ne edalet ne jî hiqûq heye. Qeyûm, xebatên 9 mehan ên DEM Partiyê ji hesabên şaredariyê jê biriye. Ev dizî ye. Xuyaye ku derdekî qeyûm ê ji bo xizmetê tune ye.”

Bozan, bal kişand ser hincetên girtina hevşaredaran û axaftina xwe wiha qedand: “Ev lêpirsîn, dosyaya kompasê ye. Qeyûm, veguherandine rejîmê. Qeyûm, zilm û bêwijdanî ye. Divê her kes li dijî qeyûm têbikoşe. Em berxwedana xelkê Rojava silav dikin. Dê gelê Kurd van êrişan qebûl neke. Divê Tirkiye dev ji êrişan berde. Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî qeyûm bidome.”

Nobet, bi çalakiya rûniştinê domiya.