Nivîskarên Fransayî qetilkirina Elçî şermezar kirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji aliyê nivîskarên li Rojavayê Fransayê dijîn ve hat şermezarkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji aliyê nivîskarên li Rojavayê Fransayê dijîn ve hat şermezarkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Fête de L'Humanite ya he sal li bajarê Lorîent ê Fransayê ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ve tê lidarxistin, ji aliyê nivîskaran ve hat şermezarkirin. Nivîskarên Fransayî yên ku ji bo îmzekirin û belavkirina pirtûkên xwe stand vekirin, dowîzên li ser qetilkirina Tahîr Elçî bi standa xwe ve kirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê diidn gelê Kurd.

Ji nivîskaran Claude Couormme, Yves Le Devic, Gerard Gatinneau, Gerard Streıff, J-François Ponlain, Françoise Nedelec û Pierre Maillet dan xuyakirin ku gelê Kurd di heman demê de bi şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê re dersa mirovahiyê daye tevahiya gelên cîhanê. Nivîskaran ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê yên îdîa dikin ku ew jî li dijî çeteyên DAIŞ'ê ne, hewl didin gelê Kurd bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên aboriyê û bi ragirtina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê' re bêsamîmiyeta xwe nîşan didin.

Nivîskarên Fransayê ragihandin ku qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, nîşaneya hevkariya rejîma Tirk û çeteyên DAIŞ'ê ye. Nivîskaran bibîr xistin ku piştî komkujiya li Enqereyê Serokkomarê Fransayê li şûna li nûnerên gelê Kurd bigere, li Serokkomarê Tirk geriya, sersaxî xwest û destnîşan kirin, ku ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Nivîskarên Fransayî dan zanîn, ku desteka herî watedar a welatên Ewropa bide gelê Kurd, derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' e.

Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê û mêvanên ji welatên cuda beşdarî Festîvalê bûn, di axaftinên xwe yên li vir de berxwedana gelê Kurd silav kirin.

...