Newroza Çanakkaleyê: Ev bihar wê ji bo gelan bibe destpêkek nû!

Di Newroza Çanakkaleyê de gelan got ku ew ê pergala qirêj biguherînin, bi hev re bi ser bikevin û peyama "Ev bihar wê ji bo gelan bibe destpêkek nû” hat dayîn.

Li bajarê rojavayê Tirkiyeyê Çanakkaleyê jî bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li taxa Esenler a Çanakkaleyê hate pêk anîn û bi hezaran kes tev li bû. Li qada Newrozê pankartên “Em cangoriyên erdhejê bi rêzdarî bi bîr tînin”, “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Welatiyan egalên kesk, sor û zer û flamayên Amedsporê li stûyê xwe pêçandin.

 Şaredarê Çanakkaleyê Ulgur Gokhan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernameya Newrozê bi rêzgirtina bo cangoriyên erdhejê dest pê kir.

 Pêşkêşvanê bernameya Newrozê Omer Fîlîz axaftina Yilmaz Guney ku di Newroza Parîsê ya sala 1984’an de kiribû bi Kurdî xwend.

 Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Tûrgût Haskan anî ziman ku ew îsal agirê Newrozê ji bo aştî û demokrasiyê pêdixin û ew ji hilbijartina 14’ê Gulanê bi hêvî ne.

‘EM NEÇAR IN KU VÊ PERGALA GEMARÎ BIGUHERÎNIN’

 Piştre jî Serokê EMEP’ê yê Çanakkaleyê Muzaffer Dagtekîn axivî û diyar kir ku Newroz roja berxwedan, aştî û azadiyê û her wiha roja li dijî derketina zilmê ye û got ku agirê ku Kawa pêxist îro rêya rizgariya gelan ronî dike. Dagtekîn da zanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî pergala riziyayî bixebitin û got: “Divê em her bi her awayî ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bixebitin. Pêwîst e 14’ê Gulanê ji bo me bibe amûrek. Em neçar in ku vê pergala gemarî biguherînin.”

 Piştre rêveberên HDP’ê û Partiya Çepgir a Hêşînparêz derketin ser dikê û gel silav kirin.

‘BILA EV NEWROZ BIBE NEWROZA ŞOREŞA JINAN’

 Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Bûrcû Ozaydin jî axivî û diyar kir ku ew îsal ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê ku desthilatdarî wan di bin kavilan de hişt agirê Newrozê pêxistin û got: “Em ê hesabê qurbaniyan ji vê desthilatdariya faşîst bixwazin. Em ê hesabê Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz, Alî Îsmaîl Korkmaz, Tahîr Elçî ku ji aliyê vê rejîma faşîst ve hatin qetilkirin, bixwazin. Em ê her li dijî Dehaqan têbikoşin. Bila ev Newroz bibe Newroza şoreşa jinan.”

 Hevserokê HDP’a Bajarê Çanakkaleyê Omer Farûk Kiniç jî axivî û anî ziman ku Newroza 2023’yan wê ji bo gelan bibe destpêkek nû û silav ji girtiyan re şand.

Hevberdevka Partiya Çepgir a Hêşînparêz a Bajêr Îclal Gîtmez jî destnîşan kir ku ew ji bo qurbaniyên erdhejê di şînê de ne û got ku ew ê li dijî vê desthilatdariyê têbikoşin, biguherînin û bi hev re bi ser bikevin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî di pîrozbahiyê de axivî û got ew hêvî dike ku wê Newroz rê li ber hêvî û hêza nû veke. Kaya anî ziman ku ew ê her li dijî zilm û polîtîkayên AKP’ê yên şerxwaz têbikoşin û wê hemû bi hev re li ser vê axê pêşwaziya aştiyê bikin.

 Piştî axaftinan Dayika Aştiyê Yildiz Kiliç û beşdarên Newrozê bi hev re agirê Newrozê pêxistin.

 Pîrozbahî li ber stranên hunermend Azad Bedran bi dawî bû.