Neteweyên Yekbûyî xwest dema agirbesta li Yemenê bê dirêjkirin

Li Yemenê, agirbesta navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Mansûr Hadî ku Erebîstana Siûdî destekê dide wî û Hûsî yên Şîa û hêzên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih qediya.

Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest, dema agirbest herî kêm bi 3 rojên din were dirêjkirin.

Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, agirbesta di nava hefteyê de ji aliyê Serokdewlet Mansûr Hadî ve hat qebûlkirin, duh qediya.

Nûnerê Taybet ê Yemenê yê NY Îsmaîl Oûldy Şêx Ahmed li ser agirbestê daxuyaniyek da û xwest, dema agirbestê bê dirêjkirin. Şêx Ahmed bi rêya hesabê xwe yê Facebookê bang kir û ji aliyan xwest, dema agirbestê herî kêm bi 72 saetên din were dirêjkirin.

Tevî agirbesta di nava hefteyê de hat ragihandin, duh li ser sînorê Erebîstana Siûdî, di navbera Hûsiyan û yekîneyên hikûmetê yên alîgirê Mansûr Hadî de şer qewimîbû.

Balafirên şer ên Siûdiyan di Roja Aşûreyê de bombe li mala serxweşiyê barandibûn û herî kêm 140 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji Adara 2015'an û vir ve li Yemenê şerê navxweyî diqewime ku Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî tevlî bûye. Tê texmînkirin ku ji 7 heta 11 hezar kesî heta niha di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Bi qasî 3 mîlyon kes koçber bûne û pêwîstiya 26 mîlyon kesî bi alîkariya însanî heye.