Nerazîbûna li girtinê: Em ê serî netewînin

Koordînatorê Bernameyên Hayatin Sesî TV Arîf Koşar bi gotina "Em ê serî li ber yekdengiyê netewînin" bersiv da girtinê. Endamê Desteya Rêveber a TV10 Velî Buyukşahîn jî got, "Elewî, gelê me wê xwedî li dengê xwe derkevin."

10 qenalên televîzyonê yên mûxalîf, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, ji peyka Turksatê hatin derxistin û hatin girtin. Bi vê biryarê re tevî Hayatin Sesî TV, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10 û Zarok TV ekranên 10 qenalên televîzyonê hatin reşkirin.

Koordînatorê Bernameyên Hayatin Sesî TV Arîf Koşar da xuyakirin, ku ev biryar kêfî ye û got, "Eşkere ye bi ti awayî ne hiqûqî, ne adîl û li derveyî aqil e." Koşar diyar kir, beriya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hikûmetê ji bo avakirina 'sîstema yek partî, dîktatoriya yek şexsî' hewl daye dengên mûxalîf bibire û bal kişand ser rojname û rojnamevanên hatin girtin. Koçar got, "Gava dawî nîşan dide ku ti ji mûxalîfan ewle nînin."

'DIVÊ BINDEST XWEDÎ LI MAFÊ XWE YÊ NÛÇEGIRTINÊ DERKEVIN'

Koşar pêvajoya damezrandina televîzyonê bibîr xist û got, "Qenala me ya televîzyonê bi alîkariyên biçûk ên kedkar, karker û kargehan ava bû. Bi alîkariya kedkaran weşana xwe dewam kir. Ya ku em niha dikarin bikin ew e ku li ser înternetê weşana xwe bidomînin. Em weşana xwe ya asayî bi rêya înetrnetê dikin." Koşar bang li hemû kedkar û bindestan kir ku xwedî organên xwe yên çapemenî û weşanê derkevin.

'DIXWAZIN ELEWIYAN BÊDENG BIKIN'

Endamê Desteya Rêveber a TV10 Velî Buyukşahîn da zanîn, ku heta niha bi awayekî fermî biryarek ji wan re nehatiye ragihandin û ji bo reşkirina ekranên qenala wan got, "Dixwazin dengê Elewiyan bibirin." Buyukşahîn diyar kir, wan çand, deng, pirsgirêk û daxwazên Elewiyan ên ji aliyê kesî ve nayên dîtin, nîşan didan û got, "Ev biryar tê wateya bêdengkirina mûxalefeta Tirkiyeyê, bêdengkirina civaka Elewî."

Buyukşahîn bibîr xist, ku rêxistinên Elewiyan wê îro li ber avahiya televîzyonê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û got, "Em ê hewl bidin bala raya giştî bikişînin ser mijarê. Hewldanên me yên dîplomatîk jî wê hebin. Em ê hemû rê û derfetên hiqûqî yên navneteweyî û neteweyî bi kar bînin."