Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nerazîbûna Berdevkê Pentagonê Cook a li ser dagirkirina Cerablûsê

Berdevkê Pentagonê Cook nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û banga rawestandina şerê li herêmê kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Peter Cook der barê dagirkirina Cerablûsê da, ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin.

Cook daxuyaniyek da rojnameya New York Timesê û got, "Em nûçeyên li ser şerê li başûrê Cerablûsê yê navbera Artêşa Tirk, hin komên mûxalefetê û yekîneyên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, ji nêz ve dişopînin. Bi rengekî vekirî em dixwazin bêjin, ku ev şerê li vê herêma êdî DAIŞ lê nîne, ne ya qebûlkirinê ye. Ji xwe ev der qadeke berfireh a şer e. Lewma em bang li hemû hêzên xwedî çek dikin ku şer bisekinînin û ji bo dawî li îxtilafê bînin, tedbîrên pêwîst bigirin."