Navê Tahîr Elçî li amfiye hat kirin
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê, navê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin, li amfiye kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê, navê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin, li amfiye kirin.
Xwendekarên beşa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha egeyê, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Amed Sûrê bi guleya polîsan hat qetilkirin, ji bîr nekirin.
Xwendekaran navê amfiya 3. a fakulteyê bi navê 'Amfiya Tahîr Elçî' guherandin.
Ji bo ev nav mayînde û fermî bibe xwendekar wê serî li rêveberiya dibistanê jî bidin.