NAV-YEK: Gundê Xerabê Bava ne bi tenê ye!

NAV-YEK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên artêşa Tirk a li ser gundê Xerbê Bava şermezar kir û li dijî êrîşên qirkirinê banga yektiyê kir.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK), bi daxuyaniyekê êrşên artêşa Tirk a mêtînger şermezar kir û li dijî êrîşan qirkirinê yên hikûmeta AKP/Qeserê di ser de bang li civaka Êzidî, hemû rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî, saziyên civakî û her kesê kir ku destê xwe bidin hev û bibin yek deng.

NAV- YEK’ê diyar kir ku îro bû13 roj ku dewleta Tirk bi leşkerên xwe şerekî hovane li dijî gele Kurd ên li gundê Xerabê Bava a naçeya Nisêbîn a Mêrdînê dike. Dîsa dîrok xwe dubarê dike, wek di salên '90 de dîsa dewleta Tirk bi çeteyên xwe yên peremilîter gundên Kurda diweştîne û Kurdan qir dike. 

Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de hate bibîr xisin ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê, taktîka şerê qirêj ê DAIŞ’ê dimeşîne.

NAV-YEK’ê wiha got: “Em wek Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) dengê xwe ji Ewropa dişînin heta axa Kurdîstanê û dibêjin: Êdî bese!

Banga me di serî de ji ji civaka Êzîdiyan, ji hemû kesên rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî, saziyên civakî û kesên ronakbîr, li dijî vê polîtîka qirêj, siyaseta AKP-DAEŞ’ê û îxlalkirina mafê mirovan destê xwe bidin hev û bibin yek deng.

Bikevin nava çalakiyên bê navber û dengê xwe bigihînin cîhanê, hemû dewletên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk hişyar bikin. Ji bo xwedîderketina li Xerabê Bava dengê xwe bigihînin saziyên mafê mirovan û navneteweyî.

Em tev gundê Xerabê Bava ne!”