NAV-DEM Li dijî faşîzma AKP'ê em berxwedanê mezin bikin

NAV-DEM'ê bang li her kesî kir, ku li dijî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê tevlî çalakiyên li Elmanyayê bibin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj roja mezintirkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye."

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) der barê darbeya bi fermana Qesrê û bi dengên AKP, CHP û MHP'ê hat kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev her sê partî ji bo tinekirina siyasetmedar û siyaseta Kurdan bi hev re tevgeriyan e û hat gotin, "Di dîroka cîhanê de em ji mînakên Mûssolînî, Hîtler, Franko, Salazar û yên mîna wan zanin; heta ku di nava gelan de daxwaza azadiyê hebe, wê faşîzm ti carî mayînde nebe.

Çawa ku me duh ala têkoşînê li dijî faşîzmê bilind kir, em ê îro jî li dijî faşîzma Tirk a bi pêşengiya Erdogan, bi heman rengî li ber xwe bidin û ala azadiyê bi ser bixînin.

Divê gumana kesî nebe; eger dest bidin wesîlên vîna azad a gelên me, wê qat bi qat hesabê vê bidin.

Roj li dijî faşîmzê roja mezinkirina her şêwe berxwedana bi hev re ye.

Li dijî projeyên komkujiyan ên li hemberî gelên me, em ê bi hev re li kolanan nobedê bigirin.

Û em soz didin; heta faşîzm ji holê bê rakirin ev têkoşîna me wê neqede.

Wê ti sîstem nikaribe serî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bide tewandin. Em bang li gelê Kurd, hemû dostên xwe, şoreşger û demokratan dikin û dibêjin; li dijî darbeya faşîst a AKP'ê em bi hev re berxwedana xwe mezin bikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî meş û mîtîngên li jêrê hatine nivîsandin bibin.

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

24'Ê GULANÊ - SÊŞEM

Dortmûnd
Cih: Pişt HBF 
Saet:17.30

Dusseldorf
Cih: Pêşiya HBF
Saet:18.00

25'Ê GULANÊ - ÇARŞEM

Dusseldorf
Cih: Pêşiya HBF
Saet:18.00

Wûppertal
Cih: Pêşiya HBF
Saet:17.30

27'Ê GULANÊ - ÎN

Berlîn
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk
Saet: 17.00

Bochûm
Cih: Pêşiya HBF
Saet:18:00

Hîldesheîm
Cih: Pêşiya HBF
Saet: 15.30

Dûîsbûrg
Cih: Pişt HBF
Saet:17.00

Li Hannoverê konê agahdarkirinê
Festîvala hefteya demokrasiyê a li dijî nîjadperestiyê
Cih: Goseride-Platz, 30159 Hannover, 
Saet 16.00-20.00

28'Ê GULANÊ -  ŞEMÎ

Li Hannoverê konê agahdarkirinê
Festîvala hefteya demokrasiyê a li dijî nîjadperestiyê
Cih: Goseride-Platz, 30159 Hannover, 
Saet 12:00-18.00

Bremen
Cih: Pêşiya Stasyona Navendî
Saet: 14.00

Bîelefeld
Cih: Pêşiya C&A
Saet:14.30

30'Ê GULANÊ - DUŞEM

Berlîn
Cih: U bahn Kuch str
Saet 17.00