NAV-DEM'ê ji gelê Elman re sersaxî xwest

NAV-DEM'ê, ji ber êrîşa çekdarî ya li Munchenê sersaxî ji gelê Elman re xwest.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî êrîşa duh êvarê ya li Munchenê ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. NAV-DEM'ê êrîş şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Elman re sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke gelê bi salan di hedefa êrîşên faşîst ên DAIŞ û dewleta Tirk de ye, ew trajediya gelê Elman baş fêm dikin.

NAV-DEM'ê diyar kir, ew amade ne li hemberî êrîşên bi vî rengî, tevî saziyên pêwendîdar ên dewleta Elman û civaka Elman re bixebitin.