Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Nahêlin parêzer ên hatine binçavkirin bibînin

Dozgerê terorê Mûrat Çaglar ê lêpirsîna 1’ê Gulanê dişopîne, ferman daye ku rê nedin parezer bi berxwerên hatine binçavkirin re hevûdu bibînin. Bi dehan kes di otobusên li hewşa Şaxa ewlekariyê de bi kelepçekirî têne ragirtin.

Komên ku xwestin li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin, di navbera wan û polîsande pevçûn derket. Di pevçûnan de 200 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, li ser biryara dozger, parêzer nikarin bi wan re hevdîtinê pêk bînin.

Li gorî daneyên Hiqûqa 1'ê Gulanê, di pevçûnên di navbera polîs û komên ku xwestin derkevin Qada Taksîmê de, 200 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên rawestandin. Parêzerên Hiqûqa 1'ê Gulanê xwestin kesên di bin çavan de bibînin. Lê, daxwaza wan hat redkirin.

Parêzera endama Hiqûqa 1'ê Gulanê Sezîn Uçar diyar kir ku wan ji bo bi kesên binçavankirî re hevdîtinê bikin, serî li Edliyeya Stenbolê dane, lê dozgerê binçavkirinê Murat Çaglak bi xwe diyar kiriye ku wî hevdîtina parêzer û kesên di bin çavan de red kiriye. Uçar eşkere kir ku wan heman pirsgirêk di 1'ê Gulana par de jî jiyane.