MOP'ê nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da

Di daxuyaniya MOP'ê de hat gotin, "Hedefa dewleta Tirk ji dagirkirina Cerablûsê ne DAIŞ e. Ew dixwaze ji Dêrikê heta Efrînê, hemû destketiyên demokratîk ên bi pêşengiya gelê Kurd hatine bidestxistin tine bike."

MOP'ê nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û got, "Hedefa dewleta Tirk ji dagirkirina Cerablûsê ne DAIŞ e. Ew dixwaze ji Dêrikê heta Efrînê, hemû destketiyên demokratîk ên bi pêşengiya gelê Kurd hatine bidestxistin tine bike."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi daxuyaniyeke nivîskî, dagirkirina Cerablûsê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat kirin, şermezar kir. 

Di daxuyaniya MOP'ê de hat ragihandin, dewleta Tirk ji roja destpêkê ve deketiyên demokratîk, sekna bi rûmet, perspektîfên azadîparêz û yekîtiya wekhev a gelên Kurd, Ermenî, Ereb, Elewî, Êzidî û Asûrî/Suryanî/Keldanî yên li Rojava, weke gefekê li hemberî xwe dît û hat gotin, "Ji bo pêşî li van destketiyan bigire, her şêwe polîtîkayên qirêj bi destê çeteyên namerd ên mîna DAIŞ û El Nûsra li hemberî gelên Rojava meşand."

MOP'ê da zanîn, şerê azadiyê yê li Rojava bi YPG'ê destpê kir, bi QSD'ê re li qadeke berfireh a Sûriyeyê belav bûye û veguheriye hêza parastina hevpar a gelan. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lewma di şerê mirovahiyê yê li dijî DAIŞ, El Nûsra û El Qaîde yên lenetbûyî de, ev komên çete gav bi gav ji herêmê dihatin tesfiyekirin. Tevî her şêwe desteka dewleta Tirk jî nikarîbûn xwe li ber YPG û hêzên QSD'ê bigirin. Bi taybetî serketina Minbicê, pêşî li yekbûna erdnîgariya Rojava vekir û qedandina çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê vekir.

Dewleta Tirk a ev yek dît, ji ber ku formuleke demokratîk a bi pêşengiya gelên Rojava qebûl nake, bi şanoyeke lihevkirina DAIŞ'ê re, bi erêkirina Rûsya, DYA, Îran û Sûriyeyê re Cerablûs bêyî şer bike, dagir kir."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hedefa dewleta Tirk ji dagirkirina Cerablûsê ne DAIŞ e. Ew dixwaze ji Dêrikê heta Efrînê, hemû destketiyên demokratîk ên bi pêşengiya gelê Kurd hatine bidestxistin tine bike. Ji xwe Serokkomar û Serokwezîrê Tirk vê yekê bi vekirî dibêjin. Dewleta Tirk a ji her alî ve îflas kiriye, mîna DAIŞ'ê ketiye naa çiravê. Di vê çirava mêtîngeriyê de hêzên super têk çûn, lewma divê dewleta Tirk ji xwe ne bawer be ku wê ji vê çiravê encameke serketî bi dest bixe. Ti ji hêzên dagirker heta niha nikarîbûn li hemberî şervanên şoreşger bisekinin. Aqûbesta dewleta Tirk a faşîst jî wê bi heman rengî be."

MOP'ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtînger bang li hemû gelan û alîgirên demokrasiyê kir ku bi hev re tevbigerin û li her qadê li dijî dagirkeriyê bisekinin.