MLKP: 2 milîtanên me li Pulurê şehîd ketin

MLKP'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku 2 milîtanên wan li navçeya Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) bi daxuyaniyekê ragihandin ku 2 milîtanên wan li navçeya Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya MLKP'ê ya li ser mijarê de hat gotin, "Roja 22'ê Tebaxê, 2 milîtanên me yên li Pulurê bi erka xwe radibûn, êvarê saet di 21:00 de bi hêzên faşîst re şer kirine. Hêzên dewletê bi gelek maşînên zirxî dest dest werdan û di encama vî şerî de 2 milîtanên me şehîd ketin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du milîtanên MLKP'ê yên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:

Devrîm Şoreş / Delîl Gorgun / Dayik: Cevahîr Bav: Mûsa / 1973 Pulur - Gundê Balveren

Baran Mûnzûr / Umît Yetîk / Dayik: Makbûle Bav: Hasan / 1995 Pulur