Mîthat Sancar: Yê dikare derî veke Ocalan e

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diya rkir, konsepta şer a di 24'ê Tîrmeha 2015'an de hat destpêkirin, cesaret daye darbekaran û işaret bi muzakereyê kir. Sancar got, "Yê dikare derî veke Ocalan e. Divê ji nû ve bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar, konsepta şer a di 24'ê Tîrmeha 2015'an de destpê kir û bûyerên ji ber vê konseptê rû dan, ji ANF'ê re nirxand.

Sancar da xuyakirin, ku 'pêvajoya çareseriyê' beriya destpêkirina konsepta şer a 24'ê Tîrmehê, di 5'ê Nîsanê de bi astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re hat qedandin û got, "Xuya ye hikûmetê û Serokkomar, li pêşberî rewşeke gengaz a qedandina 'pêvajoya çareseriyê' amadekariyên şer kirine. Di 24'ê Tîrmehê de bi rengekî vekirî hat destnîşankirin, ku êdî 'pêvajoya çaerseriyê' qediya ye, şer ji nû ve destpê kiriye. Lewma 24'ê Tîrmehê kêliya şênberiya qedandina pêvajoyê ye."

'XWESTIN SERÊKANIYÊ BI KAR BÎNIN'

Sancar işaret bi kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê kir, ku dewleta Tirk ev ye ji xwe re kir hincet û got, "Qetilkirina polîsên li Serêkaniyê hê zelal nebûye. Ez dozê dişopînim; di wir de gelek nakokî hene. Kê çima, çawa pêk anî; bersiveke têrker ji bo van pirsan nîne. KCK'ê di daxuyaniyên xwe yên piştre re eşkere kir, ku ev bûyereke tarî ye. Weke HDP'ê me jî bal kişand ser aliyên tarî yên vê bûyerê. Wekî din, eger KCK'ê lêpirsîna li nava xwe di vî warî de bikira wê baştir bûya. Ji bo wan jî wê têrker bûya.

Hikûmetê û Serokkomar, ev bûyera li Serêkaniyê ji bo polîtîkayên xwe yê şer bi kar anîn. Ji ber ku berî wê jî, zêde nebe jî gelek bûyer di dema 'pêvajoya çareseriyê' de qewimîbûn; mirovan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Hikûmetê û Serokkomar, piştî 5'ê Nîsanê demeke dirêj êdî zimanê çareseriyê bi kar nanîbûn. Yanî ne rast e ku qedandina pêvajoyê bi Serêkaniyê ve bê girêdan."

BANDORA 24'Ê TÎRMEHÊ LI ROJA ÎRO

Prof. Mîthat Sancar bibîr xist, ku di dema "qedexeya derketina derve" û dorpêçiya polîsan de wan hişyarî dabûn û gotibûn, "eger ev polîtîka dewam bikin wê du encamên girîng bi xwe re bîne. Eger ji demokrasiyê veger çêbibe, wê li rojavayê welêt jî çi hebe bikeve xeteriyê. Bi taybetî eger artêş tevlî operasyonan were kirin wê hêza darbeyê bikeve dewrê."

Sancar hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di vî warê de bibîr xist û anî ziman ku wan ev hemû ji rayedarên hikûmetê re ragihandibûn. Sancar destnîşan kir, ku rewşa îro, encama tevlîkirina artêşê li nava operasyonan e.

'DARBEKARAN XWE JI POLÎTÎKAYÊN ŞER XWEDÎ KIRIN'

Sancar da xuyakirin, ku polîtîkayên şer dijberiya nava civakê kûrtir dike, demokrasiyê dûrtir dike û got, "Derfetên siyasî demokratîk gelekî qels dike. Cihekî diyalog, demokrasî lê nîne û civak ji hev dûr dikevin, bi kêrî darbekaran tê. Rewşa bi vî rengî cesaretê dide darbekaran. Li aliyê din, heta ku polîtîkayên şer dewam bikin, wê giraniya artêşê ya li qadê zêde bibe Hin hêzên li nava artêşê jî, wê firsendê bibînin ku giraniyê bidin ser siyasetê. Lewma hêzên cûnta gihaştine wê baweriyê ku li qaa civakî û siyasî hêza wan zêde bûye. Vê yekê daxwaz û cesareta wan zêde kir. Dema Birêz Ocalan qala mekanîka darbeyê dike, mebesta xwe ev e. Hewldana darbeyê bi giranî xwe ji vê zemînê xwedî kir."

'YA DARBEYA SIYASÎ YAN JÎ MUZAKERE'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir, di rewşa heyî de du rê li pêşiya hikûmetê heye û got, "Yek jê kûrkirina polîtîkayên heyî, dewamkirina desthilatdariya yek şexsî, tevizandina qada siyasetê û meşandina darbeya siyasî ye. Rêya duyemîn jî, derxistina dersê ji qewimînên heyî û pêşîvekirina li muzakereyê. Em vê pêşniyarê dikin. Em bi rengekî zelal li dijî darbeyê derdikevin; Li dijî darbeya leşkerî yan jî darbeyên din in. Me hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê mehkûm kirin. Me destnîşan kir, ku ji bo ev veguhere muzakereyê, bê bikaranîn. Rê li ber xisareke mezin vekir. Afirandina fezîletê ji nava vê xisarê, erka her kesî ye."

'DIVÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE NEYÊ DERENGXISTIN'

Sancar ragihand, yê ku derî veke, pêşî veke Ocalan e û got, "Divê bi Ocalan re ji nû ve hevdîtin destpê bike. Eger hikûmet dixwaze pêvajoyeke nû destpê bike, divê ji bo vekirina derî gavekê bavêje. Ev gav jî rakirina tecrîda li ser Ocalan û pêkanîna hevdîtinan e. Di vî warî de eger dereng bimîne, wê kar zehmettir bibe.

Weke HDP, ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û vegera li pêvajoya muzakereyê, em amade ne çi bikeve ser milê xwe bikin. Polîtîkaya me ya bingehîn jî wê ev be.