Mikurhatina Serfermandariya Giştî ya Tirk: 3 hezar û 342 leşker ji bo şer bêkêr bûne

Di daxuyaniya îro ya Serfermandariya Giştî ya Tirk de hat gotin ku di şer de 483 leşker û polîs mirine, 2 hezar û 859 jî birîndar bûne.

Ji Serfermandariya Giştî ya Tirk ku hêzên xwe yên taybet ji bo qetlîaman sewqî qadên xwerêveberiyên yên li Kurdistanê dike, îro daxuyaniyek mîna mikurhatinê weşand. Di daxuyaniya îro ya Serfermandariya Giştî ya Tirk de hat gotin ku di şer de 483 leşker û polîs mirine, 2 hezar û 859 jî birîndar bûne. Bi vî şêweyî ve Serfermandariya Giştî ya Tirk îtîraf kir ku 3 hezar û 342 kesên ji artêşa Tirk ji bo şer bêkêr bûne.

Li gor çavkaniyên Kurdan jî ev hejmar zêdetirî 5 hezaran e.