Mezargeha Nebî Yûnûs ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin

Artêşa Iraq a ku ji bo rizgarkirina Mûsilê operasyon kirin, Mezargeha Nebî Yûnûs ji DAIŞ'ê rizgar kirin.

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên girêdayî artêşa Iraqê, Mezargeha Nebî Yûnûs (Gora HZ. Yûnûs) ji çeteyên DIAŞ'ê rizgar kirin. Mezargeha Nebî Yûnûs her çendî ji bo gelê herêmê xwedî cihekî pîroz jî be, di navenda bajarê Mûsilê de jî xwedî rewşekî stratejîke.

Berdevkê Operasyonê Sabah Nûman, diyar kir ku  li gel Mezargehan  Nebî Yûnûs, taxên Şeyî Şûrta û Hey Cemase jî hatine rizgarkirine.

Artêşa Iraq a ku herêm kontrol kirin, diyar kir ku mekan bi temamî hatiye hilweşandin.

Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de mizgefta li gel Gora Nebî Yûnûs bibombeyan hilweşandibû.