Mesaja Kamûran Yuksek a ji bo kongreya DBP'ê

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê hat girtin, mesajek ji kongreya partiya xwe re şand û got, "Li ku derê dibe bila bibe, em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin, em ê serî netewînin."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê tê ragirtin, ji 4. kongreya awarte ya partiya xwe re mesajek şand.

Mesaja Yuksek ji aliyê Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan ve hat xwendin.

Yuksek da xuyakirin, ku ew ji aliyê fîzîkî ve dûr jî be, ji aliyê ruhî ve ew ji her demê bêhtir bi hev re ne û destnîşan kir, ku ew bawer e wê hemû delege, endam, hevalên xebatê û dostên wan di vê pêvajoya giran de hîn bêhtir li dora hev bicivin û ruhekî têk naçe bafirînin.

'ÇARESERÎ XWESERIYA DEMOKRATÎK-KOMARA DEMOKRATÎK E'

Hevserok Kamûran Yuksek da xuyakirin, ku ji bo Rojhilata Navîn çareserî 'demokrasî' ye û got, "Ji bo gelê Kurd rêya çareseriyê; di nava yekparetiya welatên lê dijîn de naskirina gelbûyînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û modela xweseriya herêmî ya karibin tevlî rêveberiyê bibin û xwe bi xwe bi rê ve bibin e. (...) Di vê çarçoveyê weke DBP em dibêjin divê Komar demokratîk bibe, yanî em dibêjin 'Komara Demokratîk'. Lewma weke DBP em modela 'Xweseriya Demokratîk' dipejirînin."

Yuksek di dewama peyama xwe de bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê û diyar kir, ji bo qedandina polîtîkayên şer û şîdetê, divê xebatên siyasî û têkoşîna civakî bên zêdekirin.

'AZADIYA BIRÊZ OCALAN DIKARE PÊVAJOYÊ BI SER BIXÎNE'

Kamûran Yuksek da xuyakirin, ku naskirina mafên gelê Kurd wê bi kêrî her kesî were û got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên li derveyî şîdetê, wê bi kêrî tevahiya welêt û civakê were. Di vê mijarê de pêvajoya muzakereya çareseriyê ya 2013-2015'an bû tecrûbeyên girîng."

Yuksek anî ziman, ji bo bi serxistina pêvajoyê divê rêbazeke nû were pejirandin û got, "Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan ne li girtîgehê bê ragirtin. Pêwîste şert û mercên azadiya birêz Ocalan were afirandin, ku karibe yekser pêvajoyê bimeşîne, bi hemû derdoran re hevdîtinê bike û bi rêya muzakereyê pirsgirêk were çareserkirin."

'LI KU DIBIN BILA BIBIN, EM Ê JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIN'

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek di dawiya peyama xwe de got, "Li ku dibin bila bibin, çi li derve çi jî li zîndanan, em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya maf, azadî û demokrasiyê, ji polîtîkayên xwe yên çareseriyê venegerin. Li pêşberî zilm û polîtîkayên neçareseriyê dibe ku car carna qelsî rû bide, lê belê ev nayê wateya ku me winda kirine. Kengî em jê qeriyan, hingî em ê winda bikin. Lewma em ê jê neqerin. Û em ê li pêşberî zilmê serî netewînin. Em ê hemû bijîn û bibînin ku têkoşîna azadî, maf û demokrasiyê wê bi ser bikeve, zordar wê têk biçin. Ji rêveberiya nû ya îro were hilbijartin re li ser vê bingehê serketinê dixwazim."