Çalakgerên Meşa Dirêj ên ku di saetên danê sibehê de ji bajarê Heînsberg ê Elmanyayê dest bi meşê kirin di saetên şevê de 24 km meşiyan û gihiştin bajarê Heerlen ê Hollandayê.
Li Heerlenê çalakgerên Meşa Dirê bi dirûşim û kûlîlkan ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin, wê sihehê jî ji bajarê Heerlen ê Hollandayê ber bi Maastrîchet ve bi meş in.
Meşa Dirêj a ku ji aliyê Meclîsa Dîaspora ya Şengal (MŞD), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YÊK), Meclîsa Sêwan a Jinên Êzidî (MSJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî (HCÊ) û Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS) ve hate organîzekirin ku Federasyona Elewiyên Demokratîk jî piştgirî dike ku pêr ji bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê destpê kiribû, roja 3. li pey xwe hişt.
Meşa Dirêj a bi daxwaza protestokirina êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser şengl, naskirina xweseriya herêma Şengalê, di qada navneteweyî de naskirina hêzên YBŞ/YJŞ a parastina Şengalê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bicihkirina hêzeke navneteweyî ya parastinê k udi 20’ê Adarê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatibû destpêkirin, wê 27’ê Mijdarê bi mîtînga ku wê li pêşiya Konseya Ewropa ya li paytext Bruksel a Belçîkayê bê lidarxistin bidawî bibe.