Meşa dirêj a li Hannoverê bi dawî bû

Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Hannoverê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû.

Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Hannoverê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû.

Meşa roja Çarşemê li Lehrte destpê kir, li Navenda Civaka Demokratîk a Hannoverê bi dawî bû. Di meşa bi beşdariya 200 kesî de, komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, hat şermerzarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Çalakgeran piştî meşa du rojan, ku bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" bi qasî 30 kîlometre meşiyan, li ber Parlamenta Eyaletê ya li Hannoverê li hev civiyan. Piştî ku dosyaya ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat amadekirin radestî rayedarên parlamentê hat kirin, li vê derê mîtîngek hat lidarxistin. Meşvanan piştî mîtîngê li Navenda Civaka Demokratîk dawî li çalakiya xwe anîn.

...